Duh, Sêşemê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Reqayê civîneke girseyî li taxa El Reşîd a gundewarên Reqayê, derbarê komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, lidar xist.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin li ser ruhê cangoriyên azadiyê despêkir.
Paşê Mihemed El-Nasir bixêrhatina şêniyên navçeya gundê El-Reşîd kir û ji şêniyên gund re mekanîzmeya kar û komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertiyê şîrovekirin û piştre Newroz Musli behsa jiyana Rêbertî û rola wî ya di têkoşînê de û rola jinê di pêşengtiya qonaxa pêş de kir û der barê partiyê de agahî da çawaniya kar û rola wê di civakê de.Piştre Xazî El-Yasîn li ser pêwîstiya ciwanan û çawaniya rûbirûbûna wan û civak xwe disperse.
Xazî dewam kir ku Civak li ser bingeha ciwanan hatiye avakirin û ji bo ku em derbasî qonaxa din bibin divê em hişyariya ciwanan mezin bikin.