ÇalakîManşêtNûçe

Reqa-Konferansa Azadiya Rêbertî bi encamnameyekê bi dawî bû

Duh li bajarê Reqayê Konfernasa Însiyatîfa Sûriyeyê  ya  ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma “Bi berxwedana gelan wê dîwarên Îmraliyê bên hilweşandin û bihara gelan pêk were” hat lidarxistin.

Di konferasnê de endamên însiyatîfê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Meclisa Rûspiyan, Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, endamên PYD`ê, nûnerên Însiyatîfa Gel û Meclisa Qanûnsaz û nûnerên însiyatîfê şaxê kantonên Tebqa, Minbic û Dêrazorê di konferansê de hazirbûn.

Di destpêkê de ji bo bîranîna şehîdan deqeyek  rêzgirtin hat girtin, piştre karê konferansê dest pê kir û ji aliyê Dîwanê ve bi xêrhatina amadebûyan hat kirin.

Her wiha axaftinek jî aliyê Hemdan Hemed ve ji bo rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî kirû Piştre rêheval Hind li ser jiyana Rêbertî û piştgiriya wî ya siyasî li Rojhilata Navîn û cîhanê û fikra wî bi lêv kir.

pişê semînerek bi navê Rastiya Rêbertiyê Endamê Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende  ve hat dayîn, piştre deriyê mudaxaleyan ji aliyê dîwanê ve hat vekirin.

Di hemû mudaxaleyan de ji bo têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê rêz hate girtin û ji bo azadiya fîzîkî jî berdewamkirina têkoşînê hate teşwîqkirin.

 Piştre,semînera duyem despêkir  Anas bi navê Neteweya Demokratîk û Pêwendiyên Erebî û Rêbaza Pirsgirêkên Kevin û Nûjen di Rastiya Erebî û Rojhilata Navîn de dest pê kir û behsa çar neteweyên ku piraniya wan pêk tên kir, Rojhelata Navîn: Ereb, Tirk, Faris û Kurd  û piştî wê jî kurte raportek li ser xebata kampanyaya cîhanî hat pêşkêşkirin,Ji bo Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber , piştî wê derî ji nîqaş û pêşniyaran re hat vekirin.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû:

1- Piştgiriya kampanyaya cîhanî ku bigihîje mîlyonek.
2- Belavkirina bîr û raman, felsefe û pirtûkên Rêbertî di nav gelên Sûriyê û Rojhilata Navîn de.
3- Têkiliya bi saziyên civakên sivîl, navdar û şêxên eşîrên welatên Ereb re.
4- Beşdarên konferansê di wê baweriyê de bûn ku Projeya Neteweya Demokratîk çareseriya herî guncaw e ji bo krîz û şerên Rojhilata Navîn tên jiyîn.
5- Xebat ji bo şandina şandeyek ji eşîret, hiqûqnas û rewşenbîran bo welatên erebî ji bo piştgiriya projeya rêveberiya xweser û xebata li ser azadiya Rêbertî.
6- Teqezkirina rola ragihandinê ji bo ronîkirina girîngiya azadiya rêber di pêkanîna aştî û demokratîkkirina Rojhilata Navîn de. 7- Ragihandin bi rêxistinên mafên mirovan yên Erebî û navdewletî re derbarê binpêkirina mafê rêber û mafê wî yê azadiyê.

Back to top button