ManşêtNûçe

​​​​​​​Partiyên siyasî têkildarî îstismarkirina karesata erdhejê hişyarî da

Komek partî û hêzên siyasî yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî badnorên erdheja 6`ê Sibatê ya li Tirkiye û Sûriyeyê, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de piştevanî ji bo malbatên qurbaniyan û mexdûrên erdhejê hat nîşandan û hat diyarkirin ku bi erdhejê re rûyê rastî yê rejîma Tirkiyeya Erdogan eşkere bû û wiha dewam kir: “Rejîma Erdogan ev karesat îstismar kir û li gorî armancên xwe bi kar anî. Her wiha li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê rewşek siyasî, civakî û çandî ya defakto ferz kir. Li wan herêman, bi taybetî li herêmên Kurdan mîna Efrînê, sûcên guhertina demografiya pêk anîn. Li hember penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê jî siyasetek dijber meşand, ew ji kampan qewitandin. Hêz û partiyên li jêr daxuyaniyê îmze kirine, di heman demê de têkildarî nêzîkatiya desthilata Sûriyeyê û hewldanên wê yên îstismarkirina vê karesatê ji bo ji nû ve hilberandina sîstema zordest a navendî, rewabûnê û ji nû ve xwe dana naskirin û qebûlkirinê, hişyarî didin.”

Di dewama daxuyaniyê de bertek nîşanî helwesta civaka navneteweyî hat dayîn û hat desntîşankirin ku civaka navneteweyî ji bo vekirina deriyên di navbera herêmên karesatê û herêmên Rêveberiya Xweser de, zext li hikumeta Enqereyê nekir û hat gotin ku ev yek bû sedema ku bîlançoya qurbaniyan girantir bibe, alîkarî dereng bigihêjin mexdûran û gelek dever ji alîkariyan û xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bêpar bên hiştin.

Di berfirehiya daxuyaniyê de hat gotin: “Em li ser îstismarkirina karesata mirovî û xebatên alîkariyê ji aliyê partiya AKP`ê ve, hişyariyê didin. Kiryarên Tirkiyeyê ne tenê li dijî Kurdan, li dijî me tevan in. Em hemû yek gel in û armancên me hevbeş in. Hêvî û êşên me jî yek in. Em piştevaniya xwe bi birayên xwe yên sûriyeyî re nîşan didin. Em amade ne ji bo derbaskirina vê rewşê tiştê ji me tê xwestin pêk bînin. Em hewldanên her aliyekî ku rewakirina dagirkeriya Tirk û sûcdarnekirina komên çeteyan armanc dike, red dikin.

Em bang li dewletên Ereban û rêxistinan dikin ku nebin şirîkê kiryarên ku dibe ku bandorê li rewşa mirovî li Sûriyeyê bikin, piştevaniyê nedin hewldanên ji holê rakirinê û guhertina ku rejîma Enqereyê dixwaze pêk bîne. Em bang li civaka navneteweyî û welatên dostên QSD`ê jî dikin ku bêdengiya xwe ya li hember siyasetên ne mirovî yên Tirkiyeyê, bi dawî bikin. Em li bendê ne ku ew dewlet dengê xwe bilind bikin û ji bo rêgirtina li kiryarên dijminane yên dewleta Tirk xwedî helwestên hişk bin. Em bang li dewleta Qeterê jî dikin ku dev ji avakirina mêtîngehan berde. Di heman demê de, em wê wekî berpirsa guhertina demografiya herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê nîşan didin, ew şirîkê rejîma nîjadperest a Tirk e. Em banga bidawîkirina dorpêça li ser herêmên Rêveberiya Xweser û vekirina deriyê Til Koçer di zûtirîn dem de, dikin.

Em bang li desthilata Şamê jî dikin ku bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dest bi diyaloga nîştimanî bike.”

Partiyên ku daxuyanî dane ev in:

Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Kesk a Demokratîk, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî, Tevgera Guhertinê ya Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Yekitiya Karkeran a Kurdistanê, Desteya Nîştimanî ya Erebî, Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê, Partiya Rêkeftin a Demokrat a Kurdî ya Sûrî, Tevgera Çaksazî ya Kurdî-Sûriye, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Yekitiya Nîştimanî ya Azad-Rojava, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongra Star, Partiya Muhafazkaran a Demokratîk, Partiya Têkoşîna Demokart, Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê, Desteya Koordîneyê ya Nîştimanî (Tevgera Guhertinê ya Demokartîk), Partiya Yekitiya Suryan, Partiya Sûriya Pêşerojê, Şepêla Çep a Şoreşger li Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê.

Back to top button