ManşêtNûçe

Gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên xwe didomînin

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 159 roj li pey xwe hiştin. Tevî gefên kuştin, darvekirin, girtin û îşkenceyê jî gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên xwe didomînin.

Duh bi hezaran kes li Belçîkayê li ber Konseya Ewropayê kom bûn û xwest Artêşa Pasdaran bi fermî wek rêxistineke terorîst were nasîn. Li gelek welatên din jî çalakiyên piştevaniyê hebûn.

Duh li Îranê çalakiyên cuda hatin lidarxistin, li gelek cihên giştî dirûşm li ser dîwaran hatin nivîsandin, ciwanan li kolanan agir pêxistin û li dijî desthilatê nerazîbûna xwe anîn ziman.

Li gelek parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kesên malnişîn li dijî rewşa xirab ya jiyanê, çalakiyên cuda li dar xistin. Li bajarê Dîwaniye yê Rojhilatê Kurdistanê Fuad Fedîm ê ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû kuştin, hate bibîranîn.

Li bajarê Îlam ê Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta li dijî asayîşa welat derketiye, dadgehê 2 sal ceza bi ser xwendevana jin  bi navê Nîgar Dawidî de birî. Her wiha dadgehê 2 sal cezayê qedexeya derve jî da Nîgar Dawidî. Ji bilî van cezayan salek karkirina bê beramber ji bo Fermangeha Çavdêrî ya Civakê û 200 saet fêrbûna quranê weke ceza li Nîgar hate birîn.

Back to top button