ManşêtNûçe

Nûnerê Sûriye yê NY’ê: Hikûmeta tirkiyê êrîşî binesaziya sivîlan dike

Nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Qusay El Dehaq got, “Tirkiye him alîkariya terorîstan dike û him jî binesaziyên sivîlan dike armanc.”

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî civîna xwe ya mehane li ser Sûriyeyê li bajarê New Yorkê li dar xist.

Nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Qusay El Dehaq got: “Em bangî rejîma Tirkiyeyê û rejîma Erdogan dikin ku bila li Bakur û Rojavayê Sûriyeyê piştgiriyê nede terorîzmê û bila êrişên xwe yên li ser binesaziyên sivîlan rawestîne.

Her wiha di axaftina xwe de behsa girtina ava Elokê jî kir û got bila Tirkiye avê li ser sivîlan nebire ji ber ku zêdeyî milyonek kes sûdê ji wî avê digirin.

Li aliyê din jî di civînê de Nûnerê Teybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen rapora xwe ya mehane parve kir.

Pedersen ragihand ku pêvajoya muzakereyên Sûriyeyê qet bi pêş ve naçin û hê jî her meh ew heman pevçûnan careke din di raporen xwe de dibînin.

Back to top button