ManşêtNûçe

Şandeke ji parlementoya Brîtanyayê serdana herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Di dîroka 11 Sibata 2023’an, şanedeyk Parlementoya Birîtaniyayê bi serokatiya endamê parlementoya partiya karkeran Lloyd Russell Moyley” û endamê parlementoya Partiya Muhafizkeran Mettew James Offord serdana navenda Dayîreya Têkiliyên Derve li Qamişlo kir.

Şande ji hêla Hevserokê Dayîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd, û cîgerên hevserokatiyê Dayîreyê Fener El-Giêt û Rûbêl Beho, her wiha endamên desteya rêveberiyê Xalid Îbrahîm û Gulîstan Elî, hat pêşwazî kirin.

Bedran Çiya Kurd got: Di demên dawîn de li herêmê karesata erdhejê pêk hat. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi erdhejê bandor bûn û zirarên canî û madî çêbûn.

Badran Çiya Kurd diyar kir ku Rêveberiya Xweser karwanên alîkariyê yên mezin ji bo alîkariya gelê mexdûr bê cudahî amade kirine, çi li herêmên rêjîma Sûriyê û çi li deverên komên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê de ne, lê heta niha ev alîkarî li ber dergehan in û destûra derbasbûyînê nehat dayîn, ji ber helwestên siyasî yên girêdayî komên çekdar û dagirkeriya Tirk û rêjîma Sûriyê, ev vê rewşa mirovî polîtîze dikin, bi cudahî nêz dibin û gihandina alîkariyan ji bo herêmên li her du aliyên sînor ku piraniya niştecihên wan Kurd in, dereng dixin.”

Badran Çiya Kurd di berdewamiya axaftina xwe de got: “Me daxwaz ji civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî kir ku deriyên sînorî vekin û astengiyên li pêşiya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî bi taybetî deriyên rawestandî yên weke Til Koçer ji holê rakin”.

Badran Çiya Kurd tekezî li ser giringiya hevkariya di navbera Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo rûbirûbûna DAIŞê kir.

Her wiha destnîşan kir ku gefên dewleta Tirk di vê karesatê de jî nesekinîne û ew bi tobavêj û balafiran êriş dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev nîşan dide ku rejîma Tirk siyaseta qirkirina gelê me didomîne. Ev siyaset bi tevgera di rewşa erdheja li herêmê de, astengkirina alîkariyên ji bo mexdûran xwe dide der. Ev nîşaneyek din a israra rejîma faşîst a Tirkiyeyê di kuştin û rûxandinê de ye.”

Parlamenterê ji Partiya Karkeran Lloyd Russell Moyley jî got ku ew hatine herêmê da ku rewşê û pêdiviyên herêmê piştî erdhejê nas bikin û ew dixwazin bizanibin çawa sîstema li gorî biratiya gelan, jiyana hevbeş di navbera “kêmnetewe”, ol û tayîfeyan de hatiye avakirin.

Moyley ji ber têkoşîna wan a li dijî terorê li şûna tevahî cîhanê, spasiya QSD`ê û Rêveberiya Xweser kir.

Parlamenterê ji Partiya Muhafizkaran Matthew James Offord jî bang li civaka navneteweyî kir ku hemwelatiyên xwe yên ku “sûc kirine û endamên DAIŞ`ê” vegerînin, ji ber ku pirsgirêkên ewlehiyê derdixin û bandorê li Rêveberiya Xweser û civaka navneteweyî jî dikin.

Offord diyar kir ku ew tecrûbeya Rêveberiya Xweser a ku hemû pêkhateyên herêmê digire nava xwe, diecibînin û got: “Ev modela Rêveberiya Xweser dê li parçeyên din ên cîhanê û Rojhilata Navîn jî bibe nimûne.”

Back to top button