ÇalakîManşêt

Nûnertiya PYD’ê li Başûr bi boneya 9’emîn salvegera damezrandina Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê pîroz kir

Şandeke ji nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Herêma Kurdistanê, duh, bi boneya nehemîn salvegera damezrandina Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, li nivîsheha Tevgerê li bajarê Silêmaniyê, pîrozbahî li Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de herdu aliyan geşedanên siyasî yên dawî li qada Kurdî bi taybetî geşedanên siyasî yên li Rojava û Başûr gotûbêj kirin, herwiha herdu aliyan tekezî li ser pêwîstiya karkirina hevbeş ji bo yekrêziya rêzan û gotara Kurdî bo rûbirûbûna kêşeyan li hember gelê Kurd ku di berjewendiya gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz û demokrasiyê de be, kirin.

Herwiha şandeke ji têkiliyên PYDê li herêma Raniye serdana navenda tevgerê li herêmê kir û bi vê boneyê pîrozbahî pêşkêş kir.

 

 

Back to top button