KON-MED: Em bang li saziyên navneteweyî dikin; bes piştgiriyê bidin polîtîkayên qirkerê yên dewleta Tirk
Piştî ku HPG’ê nasnameya 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn eşkere kir, Hevserokên KON-MED’ê banga çalakiyan kir.
Di daxuyaniya KON-MED’ê de hate gotin, “Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Di van êrîşan de ku ji bo qirkirina gelê Kurd û tasfiyekirina Tevgera zadiyê ya Kurd têne kirin, bi binpêkirina qanûnên navneteweyî her cûre sûcên şer têne kirin. Dewleta Tirk bi rêk û pêk çekên kîmyewî bi kar tîne. Di êrîşên rojên dawî de yên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî 17 Gerîlayên Azadiyê şehîd bûn.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
“Tevî ku kiryarên li derveyî mirovahiyê û binpêkirina qanûnên navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk ve dikevin ber sûcê şer jî, saziyên navneteweyî yên pêwendîdar vê yekê ji nedîtî ve tên. Ev bêdengî tê wateya hevkaryia wan a li komkujiyan.
Em bang li saziyên navneteweyî hemûyan dikin; bes piştgiriyê bidin polîtîkayên qirker û nijadperest ên dewleta Tirk ên li ser gelê me û hêzên azadiyê. Nebin hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê!
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, ji bo xwedîderketina li Gerîlayên Azadiyê yên bi lehengî li ber xwe didin, em bang dikin.
Li ser vê bingehê em bang li Kurdistaniyan û dostên gelê Kurd dikin ku dakevin qadan û nerazîbûna xwe nîşan bidin.”
ANF