Şandek ji Komîteya Têkiliyên Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) serdana nivîsgeha “Rêxistina Mafên Mirovan a-Cizîrê” kir, şande ji Nisrîn Tahir û Şadiya Omer pêk hat.
Di hevdîtinê de her du alî behsa çendîn mijaran kirin, ji wan binpêkirinên ku bandorê li jin û zarokan dikin û pêwîstiya kar bo parastina mafên wan yên rewa bi rêya lidarxistina semînarên mafên mirovan derbarê mafên jinan û pirsên din ên mirovî.