ManşêtNûçe

​​​​​​​Nûnerên Rêveberiya Xweser bi Rêxistina Piştgiriya Kurdistanê ya Norwêcê re civiyan

Şandeya Rêveberiya Xweser ji nûnerê Rêveberiya Xweser a Ewropayê Ebdulkerîm Umer, nûnera Rêvberiya Xweser a Norwêcê Hindirîn Betî û şandeya Rêxistina Piştgirita Kurdistanê ya Norwêcê ji hevseroka rêxistinê Stena Berents, endaman; Erling Folkford, Beth Hartmann, Johann Peter Andersen, Tauride Kjernley û Arngault Ask pêk hat.

Nûnerên Rêveberiya Xweser spasiya rêxistinê li ser piştgiriya wê kirin û zehmetiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser derdikevin, jê re şîrove kirin nexasim êriş û gefên Tirkiyê û hedefgirtina sivîlan û QSD’ê. Herî dawî êrişa li ser navenda perwerdeyê ya keçan, her wiha planên wê yên guhertina demografiyê û bicihkirina milyonek û nîv penaberên sûrî li bakurê Sûriyê bûn rojeva hevdîtinê.

Beşdaran kirîza aborî û mirovî ya bi sedema dorpêçê û kêmbûna alîkariyên mirovî û rola wê li ser rewşa welatiyan nîqaş kirin ku di encamê de DAIŞ jê sûd digire da ku dîsa bikeve nav bajarên ku berê di bin kontrola wê de bû. Beşdaran, behsa teror, DAIŞ û xeteriya wê kir ku Tirkiyê desteka wan dike û ji herêmên dagirkirî piştevaniya wan dike ji bo ku ajandeyên wê pêk binin.

Birêz Stena Berents jî diyar kir ku ew bi xwe siwêdî ye û ji ber peymana Siwêd, Fînlandiya û Tirkiyê şerm dike. Ew hewl dide fişarê li hikumeta Siwêdê bikin da ku li ser hesabê kurdan û doza wan a adil tawîzan nede Tirkiyê. Stena Berents destnîşan kir ku şande di çarçoveya piştgiriya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, dê kar û têkoşîna xwe berdewam bike.

ANHA

Back to top button