ÇalakîManşêt

Şandeke ji têkiliyên Meclisa Jin a PYD’ê serdana jinên eşîra Cibûr kir

Duh, yekşemê, şandeke ji têkiliyên meclisa jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) serdana jinên malbata mala Mehşûş ji êla Cibûr “Mulhim” kir, bi mebesta bihêzkirina girêdana di navbera pêkhateyan li herêmê.

Şanda ji “Şadiya Omer”, “Nisrîn Tahir” endamên meclisa jin a partiyê û “Sîmav Zafî” rêvebera di partiyê de, pêk dihat.

Herdu aliyan Di axaftina xwe de behsa şoreşa jin a di deh salên borî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya peywendiyan di vê qonaxa hestiyar de kirin, ji ber ku herêm rastî êrîşên berdewam ji aliyê Tirkiyê ve tê û li ser vê bingehê divê jin xwe birêxistin bikin da ku hişmendiya têr di nava civakê de belav bike û diyardeya tundiya derheqê jinê tê kirin raweste.

Ji aliyê xwe ve jinên malbata mala Mehşûş tekezî li ser berdewamiya berxwedanê ji bo rizgarkirina jin ji koletî û zîhniyeta baviksalarî û girîngiya jiyaneke wekhev û beşdar û lîstina rola xwe ya aktîf di nava malbat û civakê de.

 

Back to top button