ManşêtNûçe

Nivîskareke Misrî: Divê bi fermî ji Enqere bê xwestin ku ji xaka Sûriyeyê derkeve

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nivîskar û şîrovekarê siyasî yê ji Misirê Îbrahîm Şaban ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Şaban anî ziman ku dewleta Tirk li gel nebûna helwesta erebî û navneteweyî sûcan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û diyar kir ku ev yek siyaseta berjewndiyan nîşan dide.

Nivîskarê ji Misirê bêdengiya navneteweyî û erebî ya li hemberî pêkanînên dewleta Tirk a dagirker rexne kir û got: “Ji sala 2011’an û heta îro ve rejîma Tirk a bi serokatiya Erdogan sûcên şer pêk tîne. Di encamê de bi hezaran kes bûne qurbanî. Lê hêzên navneteweyî tev nagerin û hesab ji sûcdaran napirsin.”

Şaban îşaret pê kir ku dewleta Tirk serdestiya Bakur û Rojhilatê Sûriye û Iraqê binpê dike û wiha pê de çû: “Li gel Tirkiyeyê pirsgirêkên ewlehiyê li başûr welat hene. Ne mentiqî ye ku vê pirsgirkê bighîne Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bakurê Iraqê. Dewleta Tirk serdestiya herdu welatan binpê dike û erdên wan dagirker kiriye. Nabe dewleteke li ser hesabê welatekî din ewlehiya xwe ava bike.”

Îbrahîm Şaban bal kişand ku helwesta dewleta Tirk a têkildarî Xezayê gelek bazirganî û bikarnîna hestên Ereb û Misilman di nav xwe de hildigire û got: “Dem hatiye ku li hemberî sûcên Tirkiyeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgereke bê kirin. Berdewama bêdengiya li hemberî van sûcan êdî nabe.” Şaban bang li Komkara Ereban û hikumeta Şamê kir ku lîsteya sûcên dewleta tirk amade bikin, bi awayekî fermî ji Enqere bixwazin bila ji xaka Sûriyeyê derve û dagirkeriya wî bi dawî bikin.

Şaban hebûna dewleta Tirk a li Sûriyeyê wekî “yek ji sedemên belavbûna terorê li Sûriyeyê” dît. Şaban da zanîn ku gelek delîl hene têkiliyên rejîma Tirk bi rêxistinên terorîst mîna DAIŞ û Cebhet El Nusra re îsbat dikin.

Şaban bal kişand ku dewleta tirk siyaseta durûtiya siyasî dimeşîne û destnîşan kir ku dewleta Tirk li aliyekî Îsraîlê ji ber şerê li Xezayê rexne dike û li aliyekê din sûcan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Nivîskar Şaban Îbrahîm têkildarî êrişên vê dawiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev tişt anî ziman: “Di demekê de ku leşkerên Tirk hatin kuştin, afrînerê biryara Tirk gêj û îflas kiriye, tevlihev bûye, lew ra êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.”

Şaban bang kir ku divê hesab ji Enqereyê were pirsîn û hêzên wê ji Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê werin derxistin.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê ji Misirê Îbrahîm Şaban anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser Sûriyeyê dê tu armancan bi dest nexe û got, îsbata vê yekê hebûna wê ya ji sala 2016’an ve li herêmê ku tu encam bi dest nexisetiye.

Back to top button