ManşêtNûçe

Di sala nû de azadiya Abdullah Ocalan xwestin

34 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin nayê girtin. Nobedên Edaletê yên bi daxwaza ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were û pirsgirêka kurd çareser bibe li gelek bajaran hatin destpêkirin berdewam dikin.

Amed

Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) çalakiya Nobeda Edaletê ya li avahiyê Rêxistina Dem Partiyê ya li navçeya Rezanê hatiye destpêkirin, berdewam kir. Gelek malbatên girtiyan tevlî nobetê bûn. Malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.

Yek ji malbata girtiyan Dîlek Baykan a di çalakiyê de axivî, diyar kir ku ji bo hemû girtiyan edalet û azadiyê dixwazin û wiha got: “Em dixwazin di sala nû de edalet û hiqûq were pêkanîn. Zarokê min ji roja hatiye girtin ve di bin tecrîdê de ye. Elbet bila ev tecrîd rabe. Ez ji bo hemû girtiyan azadiyê dixwazim.” Baykan, hemû malbatên girtiyan vexwandin çalakiya Nobeta Edaletê.

Malbateke din a girtiyan Aklîme Hanasê jî sala nû li malbatên girtiyan pîroz kir. Hanas, bi bîr xist ku di 4’ê kanûnê de dest bi Nobeta Edaletê kirine û wiha got: “Ez bang li hemû dayikan û gelê Kurd dikim; werin em sala 2024’an bikin sala aştî, azadî û yekitiyê.”

Çalakiya malbatên girtiyan bi stranên Kurdî û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.

Edene

Nobeda Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja salê ya ewil de berdewam kir. Gelek kes tevlî çalakiya ku di roja 29’emîn de berdewam dike bûn. Çalakvanan xwest ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û azadiya fizîkî were pêkanîn.

Mêrsîn

Çalakiya Nobeda Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER’a Çûkûrovayê) hatiye destpêkirin di roja 29’emîn de berdewam kir. Di çalakiya nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Heman daxwaz di çalakiya li vê derê de jî hatin ziman.

Stenbol

Çalakiya Nobeda Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER) û xizmên girtiyan li avahiya DEM Partiyê ya Esenler a Stenbolê hatiye destpêkirin di roja 20’emîn de berdewam kir.

Çalakvanan pêşmalkên ku bi Kurdî û Tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivî li xwe kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên Bagcilarê û gelek kesan serdana çalakvanan kirin.

Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Dîlek Demîr, destnîşan kir ku heta daxwazên wan tên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin û wiha got: “Armanca me, îdeolojiya me û daxwazên me diyar in.”

Back to top button