ManşêtSûriya

MSD: Ji bo pêşengiya şoreşa Sûriyeyê divê eniyeke were avakirin

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi wesîleya salvegera 13’an a tevgera gelê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîsekî weşan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Îro salvegera 13’an a destpêka tevgera şoreşerî ya li Sûriye ye. Ev tevger li hemberî zilm, despotî û siyaseta Baasê ya ku bi dehên salan Sûriyeyê hukim dike dest pê kir. Li Sûriyeyê tu awayên demokrasiyê tune bû. Berevajî vê yekê rejîma Baasê zor û destdirêjî li muxalifên xwe dikirin, pêşketinên ên cîhanê çêdibin û bandora wan a li civak û welatan paşguh dikir. Ruxmî ku pêlên buhra ereban belavî herêmê bibû  û bandor li tevahî gelên azadîxwaz kir, lê rejîma Baasê di nêzîkatiyên xwe de israr dike.

13 sal derbas dibin, lê gelê me yê  li Sûriyeyê di rewşên jiyanî yên herî xirab de ye, yên li derveyî welat jî bi zehmetiyan re rû bi rû ne. Nirxên rêgezên jiyana hevbeş û bingehên yekitiya nîştimanî bi awayekî metirsîdar ji aliyê hêzên herêmî yên ku rasterast û yên bi rêya wekîlan destwerdanê dikin ve tên hedefkirin. Ev hêzên ku li gorî bejewendiyên xwe yên aşkerekirî destwerdanê dikin nahêlin li Sûriyeyê ewlehiya siyasî û civakî û demokrasî pêk werin.  Sûcên ku rejîma Baas, muxalefet û çekdarên wan ên sixûrên Tirkiyeyê pêk tînin şopeke kûr hiştiye. Ji bo ku ev şop bên rakirin, di serî de berpirsiyareke mezin dikeve ser milê gelê Sûriyeyê, paşê jî destekek ji aliyê civaka navneteweyî lazim e da ku tevahî sûriyeyî karibin biryarên xwe yên nîştimanî bidin.

Ruxmî ku şoreşa Sûriyeyê di gelek astengiyan re derbas bûn, ruxmî ku hin herêm ji ber rêveberiya şaş ji xeta xwe ya rast derketin, lê li hin herêman mîna Siwêdayê xeta xwe ya aştiyane didomîne. Li hin herêmên din jî tevger ber bi avakirina pergaleke rêveberiyê mîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve pêş ket.  Ev pergal ku alternatîfeke dîrokî ji pergala despotî û terora DAIŞ’ê ye, ji tevahî Sûriyeyê bûye hêviya pêkanîna armancên şoreşê yên ji bo azadî, rumet, edaleta civakî, sûriyeke demokratîk a nenavedî ye.

Careke din em teqez dikin ku bi doza gelê Sûriyeyê û daxwazên wê yên rewa ve girêdayî ne. Em sûcên ku di dirêjiya 13’an de ji aliyê rejîma Baasê ve li dijî sivîlan hatine kirin bi tundî şermzar dikin. Em bi dilsozî birîna kûr a zarokên bê guneh ên Derayê bi bîr tînin.

Em sûcên ku li herêmên dagirkirî ji komên opozîsyênê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve li dijî welatiyan têne kirin, dîsa hewldanên derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê, qetilkirina zarokê bi navê Ehmed Mamo li Efrînê bi tundî şeremzar dikin.

 Ev binpêkirin siyasetên qirkirina etnîkî li dijî Kurdên resen e, her wiha kiryarekî sîstemak ji bo temamkriina guhertina demgorafî ye.

Em vê boneyê li sûriyeyên azad pîroz dikin. Ji bo dawî li destwerdan û astengiyên li pêşiya xebata nîştimanî bên em banga hevgirtin û xebateke hevpar dikin. Bi armanca ku eniyeke ji bo rêvebirina şoreşa Sûriyeyê were avakirin ku li gorî berjewendiyên gelê Sûriyeyê be, em ê bi  hêz û partiyên nîştimanî yên demokrat ên Sûriyeyê xebata xwe bidomînin.”

Back to top button