ManşêtNûçe

Kurd dê li 3 parzemînan peyama ‘azadî ji Ocalan re’ bidin

Di pîrozbahiyên Newrozê de ku wê li welatên Ewropa, Qanada û Awûstralyayê bê lidarxistin, dê bi milyonan kes ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya meseleya kurd biherikin qadan.
Amadekariyên Newroza ku her sal ji aliyê bi milyonan Kurdistaniyên li çar aliyê cîhanê ve tê pîrozkirin, bi dawî bûn. Newroza îsal wê bi taybetî li Ewropa, Qanada û Awûstralyayê li 43 navendan bê pîrozkirin û dê di van pîrozbahiyan de doza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê kirin. Newroz dê wekî qonxa duyem a kampanayaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi beşdariya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E), Saziyên Kurd ên Demokratîk ên Ewropayê dest pê kiribû, bê pîrozkirin.
KAMPANYAYA AZADIYÊ
Hevserokê Konfederasyona Civakên Kurdistanî (KON-MED) yê Almanyayê Kerem Gok, têkildarî peyam û pîrozbahiyên ku wê di Newroza Almanyayê de bên dayîn ji mezopotamya re axivî.
Gok anî ziman ku pîrozbahiyên Newrozê yên îsal bi kampanyaya ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan hatiye destpêkirin re pêk hatiye û wiha dewam kir: “Em dibêjin ku rêveberiyeke bi mîlyonan mirovan temsîl dike nikare di girtîgehê de bimîne. Em dibêjin, ‘Eger hûn demokrat bin û vîna gel esas digirin, ji bo Rêberê ku qasidê aştiyê ye, hiqûqa xwe pêk bînin.’ Di vî warî de heta niha tu gav nehatine avêtin. Dewletên Ewropayê ev 30 sal in PKK’ê xistine nava ‘lîsteya terorê’ û di encamê de mafên kurdan hatine astengkirin. Ev jî bandorê li rewşa tecrîdê dike. Tecrîda li ser Ocalan hem di aliyê civakî hem jî di aliyê ferdî de li ser me didome. Pirsgirêka kurd û azadiya fizîkî ya Rêber Apo divê bi hev ve girêdayî esas bên girtin. Di çarçoveya kampanyaya ku me di 10’ê Cotmehê de dabû destpêkirin de çalakiyên me yên girseyî gihaştin 100 hezar kesî. Di pîrozbahiya Newroza îsal de pêwîst e em tevlîbûna girseyî deh qatan zêde bikin.”
NEWROZA ALMANYAYÊ
Gok got di vê sedsalê de pêşerojeke bê Ocalan û bê statu qebûl nakin û destnîşan kir ku kurd înkarkirina hebûna xwe û koletiya xwe qebûl nakin. Gok bi bîr xist ku ji bo Newrozê ji  Mazlum Dogan heya Zekiye Alkan berdêlên giran hatine dayîn û wiha got: “Li gorî vî ruhî Newroz di 17’ê Adarê de li Berlînê dest pê dike. Ciwan wê di 20’ê Adarê de bi meşaleyan bimeşin. Di 21’ê Adarê de li hemû eyaletên Almanyayê wê resepsiyonên dîplomatîk bên kirin. Çawa destpêkê wê li Geverê û fînal jî li Amedê be, li Ewropayê jî em ê li Berlînê dest pê bikin û li Frankfurtê bi dawî bikin. Ronahî û Berîvan li Mannheî ji bo azadiya kurdan di Newrozê de bedena xwe dan ber agir. Ji ber vê yekê wê di 23’yê Adarê salvegera şehadeta wan de li Frankfurtê çalakiya bîranînê bê lidarxistin. Li tevahiya Ewropayê di çarçoveya pêngavê de bi heman dirûşmeyê amadekariya Newrozê tê kirin.”
BANGAWAZÎ
Gok anî ziman ku ji bo li seranserê Ewropayê gel dakevin qadan xebatên xwe didomînin û got ku ew jî wekî hemû gelan xwedî maf in û hemû kurdên ku dixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî bijîn û pêşeroja xwe bi dest bixin divê dakevin qadan. Gok bi bîr xist ku gelê kurd ji bo van daxwazan berdêlên giran dane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîst e her kes van nirxan biparêze. Mîmarê van nirxan Rêber Ocalan e. Parastina Ocalan tê wateya parastina nirxên xwe û eabûna li be rbêrûmetiyê ye. Divê em li ber xwe bidin. Divê em Ocalan di bin tecrîdê de nehêlin. Ev erkeke exlaqî ye. Di vê çarçoveyê de ez bang li hemû gelê kurd dikim ku bi ruhê neteweyî herin qadên Newrozê û xwedî li Rêbertiya me û rûmeta me derkevin.”
Back to top button