ÇalakîManşêtNûçePYD

Li Lubnanê komploya 15 ê sibatê hat şermezarkirin

Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li bajarê Şîhîm a Lubnanê bi semînereke hate şermezarkirin .

Semîner ji aliyê partiya yekîtiya demokratîk PYD’ê ya Lubnanê ve hat organîzekirin û nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Lubnanê ,Ebdulselam Ehmed semînerê  da, û komploya navneteweyî û polîtîkaya tecrîdê ya ku li ser Rêber Apo tê meşandin nirxand. Hêzên hegemonîk ê navneteweyî Rêber Apo bi komployekê bi riya Gladyoya NATO’yê berê 25 salan Rêber Apo radestî Komara Tirkiyeyê kirin. Rêber Apo ku li Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li ber xwe da. Zindana Tîpa F a 25 salan bi Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk rûyê rast ê Komployê ji hemû mirovahiyê re îspat kir Ebdulselam Ehmed bal kişand  li êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava û got, “Dewleta Tirk Bi salan e êrîşên xwe yên dagirkeriyê li ser Rojava didomîne,Bi balefirên şer êrîşî pêdiviyên bingehîn ên xizmetguzariya çivakî dike . Lê gelê me li ber xwe dide û berxwedana gel êrîşên dagirkeriyê pûç dike.

Piştî dayîna semînerê Helbestvan Ferhad Merdî bi Helbestên xwe yên şoreşgerî gel coş kir,û Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava, gelê Kurdistanê û dostên wan vexwend çalakiyan.

Back to top button