JinManşêtNûçe

Li Reqayê konferansa jinan ya ji bo azadiya rêbertî des pêkir

Konferansa Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin” li Hola Mişwar a li Reqayê dest pê kir.

Konferans ji aliyê Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya ve hatiye organîzekirine. Endamên her du saziyan, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, nivîsgehên jinan ên partiyên Reqayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevger û rêxistinên jinan ên herêmê tev lê bûn. Her wiha kesayetên serbixwe, wêjevan, helbestvan û bijîşkên jin, hin mêvan ji Şamê, Hims, Hema û Laziqiyeyê tev li konferansê bûne. Dê ji Başûrê Kurdistanê û Rojhilat dê tevlêbûn bi rêya Zoomê çêbe.

Di konferansê de dê mijarên sereke wekî `Encamên Komploya Navneteweyî û bandorên wê li rewşa siyasî`, `Sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li gorî pîvanên navneteweyî` û ’ Pêngavên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan` bên nîqaşkirin.

Di konferasê de hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Zelîxe Ebdî axivî û got: “Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Me bersivandina berxwedanê û parastina destkeftiyan ragihand. Îro jî li vê holê pêkhateyên ku li hember rêxistina herî terorîst (DAIŞ) li ber xwe dane û bi ser ketine, kom bûne.”

Zelîxe hişyarî da ku dewleta Tirk ji DAIŞ`ê xeternaktir e û wiha domand: “Dewleta Tirk çavnebariyên xwe li Rojhilata Navîn aşkera kirin û li herêmên ku dagir kirine komkujî kirin. Gelek dewletan komkujiyên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî nas kirin.

Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Zelîxe Ebdî soza mezinkirina têkoşînê û şopandina xeta şehîdan ta rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

Konferans bi axaftina endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan û helbestvan Medya Silêman û nîqaşkirina mijarên navborî berdewam e.

Back to top button