ManşêtNûçeSûriya

li Efrînê jinek û keça wê hatin revandin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, komên girêdayî dewleta Tirk li Efrînê di 23’yê Çileyê de jinek û keça wê ya 9 salî revandin. Çavkaniyan da zanîn ku navê jina hatiye revandin Nadiya ye û ji bajarê Dûma yê gundewarên Şamê ye.

Çavkaniyan got Nadiye tevî keça xwe ya bi navê Şeza (9) ji Şamê çûne Efrînê û li benda kontrolê ya Kefer Cena ya li ser rêya Efrîn û Ezazê hatine revandin. Her wiha diyar kirin ku çeteyan ji bo serbestberdana dayik û keça wê 10 hezar dolar xwestiye.

31’ê Çileyê çeteyên koma “Sultan Murad” welatiyê bi navê Silêman Berekat Eqîl (36) li taxa Zeydiye ya bajarê Efrînê revandibû û biribû cihekî nediyar.

Efrîn ji 2018’an ve di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ye û sûcên revandin, destdirêjî û talankirina mal û milkan û qirkirina xwezayê lê dewam dikin.

 

Back to top button