Çalakvanên “Meşa Mezin a Azadiyê” yê baskê Qersê îro meşa xwe li navçeya Bazîd a Agiriyê berdewam dikin.
Çalakvan di saetên serê sibê ji Îdirê derketin û bi çepik tilîliyan derbasî navçeya Bazîdê bûn.
Welatiyên ji aliyê gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin, li navenda navçeyê meşiyan.
Piştre li ber avahiya Dem partiyê ya navçeyê parlamenterê dem partiyê yê bajarê Bedlîsê Huseyîn Ocana li ser navê çalakvanan axivî û got:
“Divê weke Ahmedê Xanê gotiye divê ji bo me hebe tifaqek û rêbereke
Em ji bo azadiya Rêberê xwe dimeşin. Ji bo wê me navê wî danî meşa azadiyê.
Ev dev ji rêbertî û têkoşina xwe ya azadî bernadin, gelê kurd heqîqeteke û ti kes nikarê vê heqîqetê nedîte bibîne.”
Çalakî bi durişmên bijî berxwedanan zindanan bi dawî bû.