ManşêtNûçe

Hevpeymana civakî li Madrîdê bi semîneran hate nasandin

Peymana Civakî ya Nû a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku rêxistinên civakî yên cuda demeke dirêj li ser dixebitîn û piştî diyalogê di 12’ê Kanûna 2023’an de ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate pejirandin, kete meriyetê.

Peymana Civakî di 1 û 2’ê Sibatê de li Madrîdê ji aliyê Weqfa Anselmo Lorenzo (Fal) ve bi semîneran hate nasandin.

Ji Nûnertiya PYD’ê ya Ewropayê Mizgîn Ahmed 1’ê Sibatê li Weqfa Anslemo Lorenzo di çalakiya Anarşîst Platform Lîza de pêşkêşiyek li ser peymanê kir.

Bi dehan kes ji şêniyên Madrîdê beşdarî semînerê bûn.

Çalakiyên danasîna peymanê wê duh li Cafê Marx Madera Plaza de la Asocîacîonê (Orcasîtas) dewam kir. Her wiha di 7’ê Sibatê de wê li Zanîngeha Ceyda (Lleîda) çalakiyek bê lidarxistin.

 

 

Back to top button