ManşêtNûçe

Li Efrînê 5 welatî hatin revandin

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyê Kurd ê bi navê Cîhad Elî (38) ê ji gundê Qurbê yê navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revandin. Cîhad berî 2 mehan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ji Tirkiyeyê ber bi Efrînê ve hat dersînorkirin.

Her wiha li Efrînê çeteyan 4 welatiyên din ku ji Helebê hatibûn da ku derbasî Tirkiyeyê bibin, bi rêya qaçaxciyekî ji Idlibê revandin.

Çavkaniyan diyar kir ku welatiyên revandî Mehmûd Hemahim (40) ê ji Helebê, welatiyên din jî Kurd in û ji Cindirêsê ne. Ew jî Lezgîn Mihemed (35) Ehmed Mihemed Ebû Sadiq (49), Rêber Sîdo (35) in û radestî çeteyên “Polîsên Leşkerî” hatin kirin.

ANHA

Back to top button