ÇalakîJinManşêtNûçe

Koban- Meclisa jin a PYD komxebatek li darxistin

Mecilisa jin ya partiya yeketiya demokratîk PYD bi boneya 8 adarê roja jinên cîhanê  komxebatek li darxistin.

Komxebat li bajarê kobanê li eywana newrozê bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir. Komxebat di bin diroşmeya “EMÊ BI HEVRE ROJA 8 ADARÊ BIKIN ROJA TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ” bû.

Pişitire semînera 8 adarê hate xwendin semîner di derbarê dîroka 8′ adarê, û kengî kete rojeva rêxistin û civaka gelê kurd.

Piştî xwendina semînerê Niqaş di derbarê jiyana jin û rola jinan di civakê de hat kirin

Her wiha endamê meclisa partiya yeketiya demokratîk PYD Bekir şêx îsa axivî û roja 8 adarê li jinên kurd û hemû jinên cîhanê pîroz kir.

Û bal kişan ku binpêkirina mafê jinan ne ji aliyê zilam ve ye lê ji aliyê hişmendiya zilam ya kapîtalîzm ve ye û divê jin di nêjiyê û hizira xweda azad be berî ku di laşê xweda azad be.

Di dawiyê de mecilis jin ya partiya yeketiya demokratîk komxebat  bi xwendin  daxuyaniyekê ve dawî kir.

Back to top button