CiwanLêkolînManşêt

Kesayetiya ku xwe ji barbarîzma Tirk rizgar kiriye

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kesayetiya nimûneyî ya PKK’ê weke ‘kesayetiya Rêbertî’ bi nav dike û dibêje, “Ji ber ku ev kesayetî di dîroka hezar salî de cara yekê ye ku xwe ji barbarîzma Tirk rizgar kiriye.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan balê dikişîne ser zor û zehmetiya rizgariya ruhî û têgihiştinî ya ji barbarîzma Tirk û girîngiya kesayetiya Rêbertî ya di vir de wiha pênase dike: “Hezar sal in kesekî bi tenê jî; ne tenê Kurd kesayetên ji gelek neteweyên cuda, çand û saziyan nekarîne xwe ji vê barbarîzmê rizgar bikin. Hîn jî dinya dibêje ‘ser çavan’, lê vê kesayetiyê hem xwe rizgar kir, hem jî ew tengav kir.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di analîza xwe ya 31’ê Çileya 1995’an de ji xwe jî mînakan dide û saziya malbatê, rewşa malbatê ya Kurdan û malbatparêzî, hezkirin û hezkirina welêt bi çarçoveya xwe ya rasteqîn û teorîk vedibêje. Em beşek ji vê analîzê careke din parve dikin ku hîn jî rojane ye û bi demê re bêhtir tê fêhmkirin.

Ocalan diyar dike ku hebûna civakî bi hebûna malbatî ve girêdayî ye û taybetmendiya bingehîn a civakê jî bicihbûn û bikaranîna xakê ye. Ocalan destnîşan dike ku pêşketin bêyî xak û malbatê nabe û di heman demê de balê dikişîne ser veguherîna vê mijarê di dîrokê de.

WELAT Û MALBAT

Ocalan dide zanîn, di serdema heyî de civak di bin navê welat de bi neteweperestiyeke hişk bi xakê û malbatê re dijî û têkiliya navbera van her du mijaran wiha vedibêje: “Ev her du diyarde hem bi hev re têkildar in hem jî nakok in. Tevî ku têkiliyeke xurt di nava wan de heye, ji hev gelekî nakok in. Sazî û diyardeyên din ên civakî bi van her du diyardeyan re xwedî têkiliyeke xurt in. Bêyî hebûna li nava xakekê û saziya malbatê, pêşketina aborî, hunerî, hiqûqê, siyasî, leşkerî, hiqûqî û tenduristiyê nepêkane. Ji bo bi pêş bikevin, divê li ser xakekê be û di bin sîwana malbatê de be ku saziyeke civakî ye.”

Ocalan piştî ku vê têkiliyê vedibêje, nakokiya navbera welat û malbatê jî wiha vedibêje: “Malbatparêziya hişk dibe ku li pêşiya kûrbûna li ser xakê bibe astengiyeke mezin, ya jî bêyî kûrbûna li ser xakê, dibe ku malbat bi rengekî çewt bi pêş bikeve. Eger bi rengekî rast nêzîkatî li pirsgirêka xakê neyê kirin, bersiv ji pêşketina rast a malbatî re jî nayê dayin. Aliyên din ên pêşketina aborî û civakî, bi pêşketina li van her du saziyên bingehîn dikare bibe xwedî wate. Kûrbûna li ser xakê û pêşketina malbatê ya li nava dîrokê, bi berfirehî dikare bê vegotin. Ji malbata klanê mirov dikare dest pê bike û xwe bigihînin malbata serdema heyî ya ji du kesan. Malbata dayikanî, polîgamî-monogamî, malbatên yek şexsî û pir kesî, malbatên pir hevjînî, malbatên xanedanî yên berfireh, malbatên bi serweriya mêr ên baviksalarî, di dîrokê de bi gelek mînakan derdikevin pêşiya me.”

NIRXANDINA RASTIYA MALBATÊ

Ocalan balê dikişîne ser girîngiya analîzkirina rastiya malbatê ya li nava civaka Kurd û diyar dike, heta ku rastiya malbatê neyê analîzkirin, nepêkan e ku welat bê avakirin, siyaset bê pêşvebirin, ji aliyê leşkerî û aborî ve pêşketin pêk were. Ocalan tîne ziman, nakokiya Kurd a bingehîn bi nakokiya malbatî ve girêdayî ye û destnîşan dike, heta ku nakokiya malbatê neyê nirxandin û çareserkirin, kesayetiya Kurd naedile. Ocalan dibêje, “Xitimandin û tengaviya herî mezin di rastiya malbatê de ye” û radigihîne, ji bo fêhmkirina vê yekê mirov dikarin gelek faktoran lêkolîn bikin, lê belê xala bingehîn di nava nakokiya xak-malbatê de dikare were dîtin. Ocalan wiha didomîne: “Dema ku xaka kûrbûn li ser çêdibe nebe welat, hingî ev yek dibe sedem ku malbat bi rengekî neyînî bi pêş bikeve, yanî bixitime. Dema ku kûrbûna li ser xakê bi pêşketina civakî re ne di zikhev de be, wê demê malbat jî di nava xwe de diqutife. Her ku diqutife bêwate dibe, her ku bêwate dibe bêwelat dimîne û bi wê re jî civakîbûneke çewt rû dide. Rê li ber belavbûnê vedike. Ji bo pêşî li vê bigire jî giraniyê dide ser saziya malbatê. Rewşeke malbatê derdikeve holê ku bêwate ye, ji derdan re nabe derman û dibe çavkaniya bingehîn a prisgirêkan. Têkçûna kesayetiya Kurd bi giranî bi qutifîna malbatê re di zikhev de ye.”

MALBATPERESTIYA KU MÊTINGERIYÊ XWEDÎ DIKE

Ocalan tîne ziman, bi rêya malbatperestiyê hewl tê dayin bi rengekî berevajî pêşî li bêwelatî û bêcivakîbûnê were girtin û dibêje, lê belê ev yek rê li ber encamên tirsnak vedike ku têkiliyên bi welat û civakê re qut dike. Ocalan destnîşan dike, nakokiya malbatê ji vî alî ve nakokiya bingehîn a civakiya Kurd e û dibêje, “Nakokiya me ya sereke mêtingerî ye, lê belê ya ku mêtingeriyê xwedî dike, giran dike û hêzê dide wê, malbt e, saziya malbatê ye û hukmên wê ne. Malbat ew sazî ye ku kesayetiya Kurd diqutifîne, ji hev belav dike, têk dibe û berî bigihêje 20 salî xwe ji holê radike. Avakirina malbatên bi vî rengî tê wateya bidawîbûna her tiştî. Hewldanên jin an jî mêrên Kurd ên ji bo parastin û domandina malbateke bi vî rengî, hewldanên bidawîbûnê ne. Xwezî derfet hebûna ku me karîbûna wêje û sînemaya vê nîşan bida. Zehmet e ku bi pênaseyeke kurt a zanistî were nîşandan, lê belê em hîs dikin, dibînin û ji xwe hûn di nav de bûn, we nakokiyên wê bi rengekî zindî dîtin, lewma naedile. Ne tenê ji mînakên dîrokê, her wiha bi mînakên serdema heyî jî tê dîtin bê malbatperestî, kabîleperestî, eşîretî bi çi rengî ji aliyê dijmin ve tê bikaranîn. Feraseteke biçûk têrê dike ku rastî were fêhmkirin.”

BERIYA HER TIŞTÎ DIVÊ MALBAT BÊ FÊHMKIRIN

Ocalan diyar dike, ew neçar man e ku analîzên li ser malbatê bi xurtî bikin û dibêje, “Lewma analîza malbatê analîza bingehîn a siyasî û leşkerî ye. Ji bo di bûyera Kurd de pêşketina siyasî û leşkerî pêk were, divê analîza malbatê bê kirin û kesayetiya jin û mêrên Kurd ên klasîk û têkçûyî, yên jinûve hatine afirandin û bilindkirin bi rengekî vekirî bên eşkerekirin.”

MÎNAKA JI TECRÛBEYA XWE

Li şûna nirxandineke berfireh a teorîk, Ocalan ji tecrûbeya xwe mînakan dide: “Ji ber ku hûn ji vegotinên berfireh ên teorîk zêde encamê dernaxînin, dema hûn derdixînin jî nikarin bi lez û bez bi jiyanê re bikin yek. Lê belê weke mînakeke zindî, hûn bi rewşa Apo zanin.” Ocalan wiha didomîne: “Di serdema heyî de, di jiyana dost û dijmin, bi taybetî jî di jiyana we de xwedî cihekî mezin e. Hema bêjin dil û mejiyê we diteqîne. Ji ber vê yekê, lêkolînkirina wî gelekî rast e. Wê rê li ber hînbûneke mezin veke, dikare bibe sedema veguherîna mezin û bixîne ser rêya rast. Di analîzên beriya niha de me rastiya malbatê nirxandibûn. Ne girîng e ku bê dubarekirin. Di gelek analîzan de jin jî, mêrê Kurd jî hatin nirxandin. Li şûna dubarekirina wê nirxandinê, wê hîn watedar be ku tecrûbeya Apo bê nirxandin. Kesayetiyekî bi vî rengî, hîn jî gelekî bi bandor e. Bi rengekî berbiçav hîn jî li dijî dijmin dikare li ber xwe bide. Neketiye rewşa kesayetên klasîk ên Kurd, yanî hîn neketiye nava têkçûneke giran. Tengav nebûye. Bilindbûn, kûrbûn, berfirehî di vî kesayetî de didome. Gelekî berfireh dibe. Her aliyên civakî hem fêhm dike hem jî pêk tîne.”

KESAYETIYA RÊBERTÎ

Ocalan dibêje, kesayetiya Rêbertî bi qasî aborî ji aliyê leşkerî, bi qasî siyasî ji aliyê moralê û bi qasî rêxistinî ji aliyê çalakî ve aktîf e û destnîşan dike, “Dikare bi rengekî vekirî bê gotin, mînakeke bi vî rengî heta niha xwe zêde îspat nekiriye. Bi liv û tevger e, li gel astengiyan hemûyan jî gelekî hîndekar e. Ez bi xwe jî xwe lêkolîn dikim. Hem pêwîstiya min pê heye, hem jî wezîfeyeke min e ku xwe bi xwe nîqaş bikim. Ya herî girîng jî ew e ku xwe negirim, xwe li nûbûnan hemûyan vekirî bihêlim. Pêşwazîkirina hemû bandoran, bi qasî redkirinê qebûlkirin, bi qasî bandorkirinê reaksiyon, bi qasî sempatiyê antîpatî di nava vî kesayetî de bi heybetî tê dîtin. Hem gelekî zarok e hem jî gelekî mezin e, hem gelekî dîrokî ye hem gelekî rojane ye, hem gelekî zanistî ye hem gelekî hestewar e, hem gelekî felsefîk e hem gelekî pragmatîk e, hem gelekî bi hêrs e hem gelekî şîrîn e… Ev kesayetî hewl dide xwe li van sifetan hemûyan vekirî bihêle, xwe zindî bihêle û bi rengekî ciwan bijî. Gelekî nûjen û afirîner e. Bi qasî ku gelekî bi pîvan e her wiha gelekî giraniyê dide ser pratîkê. Xusûsên hatin destnîşankirin girîngiya vî kesayetî zêdetir dike.”

JEHRKUJA KURDÎTIYA NEYÎNÎ

Ocalan ji bo kesayetiya Rêbertî dibêje, “Veqetînekeke mezin, qiraseyeke mezin, neynikek mezin, şûrekî mezin, operatorekî mezin” û wiha îzah dike: “Bi vî aliyê xwe dibe amûreke civakî ya çareseriyê. Dikare xwe di vê astê de nîşan bide. Jiyana mîna mirovên din li xwe qebûl nake, xwe ji jiyanê qet venagire. Bi rexneyeke mezin nêzî jiyana bi rengê her kesî dibe û bi rengekî bi heybet bi jiyana azad ve dilsoz e. Encamên heyî bi xalên sereke bi vî rengî dikarin bên gotin. Tevî vê yekê jî lêkolîn û xurtbûn bi vegotineke vekirî dikare bê destnîşankirin, ku wê hîn bêhtir ji bo mirovan hîndekar be. Sedemên ku hatine gotin, bi tena serê xwe têrê dikin ku ji bo rastiya Kurd mînakeke çiqasî girîng e. Ji ber ku rastiya Kurd berevajî van xusûsan e. Ne rastiya xwe ya dîrokî maye ne jî ya rojane, ne hestên xwe mane ne jî mejî, ne hezkirina xwe maye ne jî antîpatî, ne pîvanên xwe mane ne jî pratîk, ne felsefeya xwe maye ne jî pêkanîna wê… Kesayetiya Rêbertî bûye jehrkuja van taybetmendiyan. Ji ber wesfa xwe ya çareseriyê ye ku ji niha ve rastiya malbatê ya Kurd serûbin kiriye, ne tenê malbat, kesayetiya jin û mêr serûbin kiriye. Rewşa heyî ya dewleta Tirk ku diheje, sererastkirina malbata civaka Tirk jî bi rêya vî kesayetiyî dikare bê kirin. Bi taybetî TC a 70 salî tengav kiriye û rewşa civakî ya ku xwe dispêrê aniye ber têkçûnê. Ji vê jî wêdetir bala Ewropa û Emerîkayê -ku hêzên serwer ên li dinyayê bi bandor in- kişandiye ser xwe û bi polîtîkayên rojane li ser disekinin.”

ALIYÊ CIVAKÎ YÊ KESAYETIYA RÊBERTÎ

Ocalan diyar dike, ew kesayetiya Rêbertî weke şexs nanirxînin û qala aliyê civakî yê vê kesayetiyê dike: “Sazîbûn û civakîbûnê îfade dike. Weke kesekî tê dîtin, lê belê rastiya ku temsîl dike, ji rastiya civakî ya bi milyonan kesî bêhtir bandorê dike. Ji xwe pênaseya Rêbertî jî di vê çarçoveyê de tê kirin. Ne pêwîste ku bêjim, faktorên hatine eşkerekirin nîşan dide ku pêwîste ev kesayetî bi baldariyeke mezin bê nirxandin, ji ber ku her kes, dewletan bi xwe mase ji bo vê çêkirine û lêkolîn dikin. Bi dîtina min a ku herî zêde bi lêkolînê zane saziya PKK’ê ye. Di dersên beriya niha de jî me ev kesayetî ji serhildana destpêkê heta serdema heyî nirxandibûn, em ê wê dubare nekin lê bi rengekî cudatir lêkolîn bikin. Divê mirov xwe bigihînin vî kesayetiyî û ji gelek aliyan ve nas bikin. Dema ku ez bi xwe jî hewl didim xwe bidim nasîn, dikarim bêjim ku kesayetiyekî zehmet e ku mirov xwe bigihînê. Ji ber ku kesayetiyekî welê ye ku di dîrokê de yekemcar e xwe ji barbarîzma Tirk rizgar kiriye. Ne tenê ji aliyê fîzîkî ve, ji aliyê ruhî û têgihiştinê ve jî xwe rizgar kiriye. Bala xwe bidin ser; hezar sal in kesekî bi tenê jî; ne tenê Kurd kesayetên ji gelek neteweyên cuda, çand û saziyan nekarîne xwe ji vê barbarîzmê rizgar bikin. Hîn jî dinya dibêje ‘ser çavan’, lê vê kesayetiyê hem xwe rizgar kir, hem jî ew tengav kir.”

FÊHMKIRINA SOSYOLOJIYA KURD

Ocalan ji kadroyên xwe re balê dikişîne ser girîngiya xwegihandina kesayetiya Rêbertî û dibêje, “Ji ber ku di her kêliyê de hûn di nava şerê germ de ne. Eger ewqasî girîng û pêwîst e, hingî divê çawa bê fêhmkirin? Bi dîtina min di çarçoveya rastiya partiyê de, rastiya Rêbertî û milîtan û siyasîbûn bi hev ve girêdayî ne. Rêbertî, kesayetî û felsefeya Apo ji aliyê sosyalîst, huner û hiqûqê ve her wiha ji aliyê leşkerî ve tê nirxandin. Em ê hewl bidin cihê xwe yê di vebûneke malbatê de fêhm bikin. Mijareke bingehîn e, mîna tehlîla hucreyekê ye. Çawa ku bi tehlîla hucreyê biyolojî dest pê dike, tehlîla civakî jî bi nirxandineke wiha dest pê dike. Eşkere ye, bi rengekî din nepêkan e ku civakîbûna Kurd were eşkerekirin. Civakîbûna Kurd tê wateya, zanistiya fêhmkirina civaka Kurd û veguherîna wê bi şoreşê re ye. Hucreya xwe jî kesayetiyekî wiha ye. Çawa ku tehlîla hucreyekê ji bo fêhmkirina rast a civakê, ji bo başiya civakê pêwîst e, vegotina kesayetekî bi vî rengî di nava rastiya malbatê de gelekî hêja ye.”

Back to top button