ÇalakîManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

bi berxwedaniya çalekvanên bê dorveger wê dagirker têk biçe

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li Berlînê didome. Aktîvîstên Kurd Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mûstafa Tûzak û Şiyar Xelîl, li navenda civaka demokratîk a Kurd a Berlînê di greva birçîbûnê de ne.

Mele Mûstafa Tûzak 106 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdûr 90 roj, Şiyar Xelîl jî 93 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne ku dixwazin tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

Serdanên ji bo berxwedêran jî didomin. Herî dawî parlamenterê berê yê HDP’ê yê Mûşê Ahmet Yildirim serdana çalakgeran kir û ji bo piştgiriya xurt a ji berxwedanê re bang kir.

Yildirim bi çalakgeran re sohbet kir û got, “Bi vê serdanê re kêm jî be dixwazim piştgiriya van hevalan bikim.”

‘TECRÎD RÊBAZEKE ÊŞKENCEYÊ YE KU LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’

Yildirim destnîşan kir, ji vê çalakiya aktîvîstan bêhtir çalakiyeke însanî, wijdanî û exlaqî nîne û got, “Ji aliyê xwe yê siyasî jî wêdetir, ev çalakî ji aliyê heqîqetê ve rewa ye. Ji ber ku tecrîd li gorî peymanên hiqûqê û navneteweyî hemûyan, rêbazeke êşkenceyê ye ku sûcê li dijî mirovahiyê ye. Lewma çalakî hewldanek ji bo rizgarkirina rûmeta mirovahiyê ye.”

Yildirim diyar kir, heta ku tecrîd ji holê neyê rakirin ji aliyê siyasî ve pêşketin nabe û got, “Piştgiriya ji bo çalakgerên greva birçîbûnê tê wateya piştgiriya ji bo pîvanên exlaqî, wijdanî û nirxên mirovahiyê.”

Back to top button