ManşêtNûçe

KCDK-E’yê banga xwedîderketina li girtiyên siyasî kir

Li ser navê Hevserokên KCDK-E’yê daxuyanî hate dayîn. Hevserokan diyar kir ku dewleta Tirk a komkujer girtiyên siyasî bi awayekî hovane qetil dike û daxuyand ku vê yekê li ser bingeha neyariya gelê Kurd pêk tîne. Hevserokan li ser komkujiyên li girtîgehan pêk tê rawestiyan û ev tişt got: “Dewleta Tirk hewl dide ku bi komkujiya li girtîgehan pêk tîne malbatên girtiyan çavtirsandî bike û bi vê re êrişî civakê dike. Divê ev êrişên hovane yên li ser girtiyan tê meşandin wekî êrişa li ser vîna gelê Kurd were dîtin.”

Hevserokan bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyên li hembetî teslimiyetê li ber xwe didin û malbatên wan. Hevserokan daxuyand ku ji bo pêşiya komkujiyan were girtin divê her kes demildest têkeve nava liv û tevgerê.

ANHA

Back to top button