ManşêtNûçe

Parêzeran ji bo Ocalan bang li CPT’yê kir ku ‘lezgîn erka xwe’ pêk bîne

Ji 25’ê Adara 2021’ê ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de nayên girtin.

Li gorî nûçeya Mezopotamyayê Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji ber vê serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan û xwestin CPT demildest peywira xwe pêk bîne.

Parêzer di daxwaznameya serlêdanê de destnîşan kirin ku ji bo di çarçoveya hiqûqê de hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin gelek caran serlêdan kirine, lê serlêdanên wan ên darazî, îdarî û yên din hemû bê encam mane. Di serlêdanê de hatiye diyarkirin ku di sala 2021’ê de ji bo hevdîtina malbatan 71 caran serlêdan hatine kirin û ji bo ya parêzeran jî 202 serlêdan hatine kirin, lê dîsa jî destûra hevdîtinê nehatiye dayîn û ev tişt hatine gotin: “Gelek caran serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, Wezareta Dadê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û Dadgeha Qanûna Bingehîn hatiye dayîn, lê ji van serlêdanan jî tu encam dernektine.”

Di serlêdanê de mafê nexebergirtinê wekî “Incommunicado” hatiye pênasekirin û hatiye destnîşankirin ku ev yek di şert û mercên giran de didome. Di serlêdanê de hatiye destnîşankirin ku mekanîzmayên ku wê pêwendiyê bi derve re bikin hemû hatine astengkirin û ev yek rêbazeke îşkenceyê û binpêkirineke mafan a dijwar e.

11 SALAN 5 HEVDÎTIN

Di serlêdanê de hatiye diyarkirin ku di 11 salên dawî de tenê di sala 2019’an de 5 hevdîtinên parêzeran hatine kirin û ev hevdîtin jî di nava 4 mehan de hatine kirin û ji 7’ê Tebaxa 2019’an heya niha destûra hevdîtina bi parêzeran re û ji 3’yê Adara 2020’an heya niha jî destûra hevdîtina bi malbatan re nayê dayîn.

Di berdewama serlêdanê de hatiye diyarkirin ku serlêdanên di navbera 30’yê Adara 2021’ê û 22’yê Mijdara 2021’ê de ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve bi awayekî bêhiqûqî hatine redkirin û bi awayekî dijqanûnî cezayên dîsîplînê û cezayê qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re hatine birîn.

Di serlêdanê de hatiye diyarkirin ku domandina vê rejîma tecrîdê ya girankirî, bi qasî ku berpirsiyariya neteweyî be, ev qasî jî berpirsiyariya meqamên navneteweyî yên wekî CPT’yê ye jî û lewma êdî demildest divê komîte serdanê bike û rewşa li wir piştrast bike û dawî li vê rewşa nexebergirtinê bîne.

DAXWAZÊN LEZGÎN

Parêzer di berdewama serlêdanê de daxwazên xwe bi vî awayî bi rêz kirine:

“* Demildest divê komîteya we serdana Girava Îmraliyê bike,

* Demildest divê serdanên parêzeran pêk bên û ev veguhere awayekî berdewamî,

* Divê hevdîtinên bi malbatan û wasiyan re çêbibin û ev veguherin awayekî berdewamî û dawî li cezayên dîsîplînê yên dijhiqûqî bê,

* Paralelî mafê serdanê divê mafên telefonê jî bi awayekî rûtîn pêk bên,

* Astengiyên li ber amûrên ragihandinê yên wekî name û faksan jî, divê bên rakirin,

* Pêkanînên dijhiqûqî yên derbarê rojname, kovar û pirtûkan de divê bi dawî bibin,

* Tevdîr û prosedurên ji bo jiholêrakirina şert û mercên îşkenceyê û muameleya xirab divê bên xebitandin.”

 

Back to top button