JinManşêtNûçe

Jinên Fransayê kampanyaya KJK’ê silav kir

Jinên Fransayê kampanyaya KJK’ê ya ji bo piştevaniya jinên Êzidî û Efgan silav kirin û gotin: “Bersiva me li dijî erîşan, wê piştevanî û birêxistinbûna jinan bi perspektîfeke enternasyonalîst be.”

Jinên Fransî bi du çalakiyan piştgirî da kampanyayê.

Çalakiya pêşîn li platoya Larzacê ji aliyê Jinên Enternasyonalîst ve hat lidarxistin. Gava 3-9’ê Tebaxê kamp hat danîn, jinan li ser laşê xwe ‘’Jin, jiyan, azadî’’ nivîsî û ev peyam da: “Gava civînên ’Berxwedanê’, em didin xuyakirin ku bi jinên Efgan û Şengalî re piştevan in. Modernîteya kapîtalîst ku xwe bi bavserweriyê xwedî dike, di koka qetila jin, xweza û jiyanê de cih digire. Bersiva me li dijî van êrîşan, wê piştevanî û birêxistinbûna jinan bi perspektîfeke enternasyonalîst be.’”

Peyama ji bo piştevaniyê ya duduyan jî bi çalakiyekê ku Koordînasyona Jinên Femînîst ên Fransayê li dar xist, hat dayîn. Jin ku piştî çalakiyê hatin ba hev, îşaret pê kir ku 3’yê Tebaxê li Şengalê, 15 Tebaxê li Efganistanê jin hatine qirkirin û li dijî qirkirina jinan peyam ji bo xweparastinê hat dayîn. Jinan wiha kir qêrîn: “Li dijî bavserwerî, hemû dîktatoriyan, bila bijî piştevaniya jinan! Xweparastin li dijî DAÎŞ’ê û Talîbanê! Jin, jiyan, azadî.”

Back to top button