ÇalakîManşêtPYD

Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk a kantona Qamişlo bi saziyên navçeya Girkê Legê re civiya

Partiya Yekîtiya Demokratîk bi nûnertiya rêheval Eslan û rêheval Ahîn di 8.08.2023an de li navenda partiyê ya bajarê Girkê Legê bi rêveber, cîgir û endamên saziyên navçeya Girkê Legê re civiya.

Rêheval Eslan vekirina civînê, bixêrhatina beşdaran kir, piştre rewşa siyasî û astengiyên  ku gelê Kurd bi giştî û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkhateyên Rojava bi taybetî rû bi rû ne, bi berfirehî nirxand.

Di civînê de rêheval Eslan got ku faşîzma Tirk bi israre di tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocelan de û qutkirina hemû nûçeyên Rêbertî ji gelên wî ku di bin şert û mercên hesas ên navneteweyî  de hewcedariya wan bi nêrîn û talîmata Rêbertî heye.

Tekez kir ku her kes berpirsyare di parastina destkeftiyên hatine bidest xistin û divê her kes bixebite.

Paşê ji bo nîqaşan, nêrîn û pêşniyarên çareseriyê deriyê nîqaşê hatin vekirin.

Back to top button