ManşêtNûçe

Besra Uzun: CPT rola xwe nalîze

Di çarçoveya kampanya hatiye destpêkirin de li Ewropayê Tevgera Jinên Kurd jî kampanyayan pêk tîne. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) kampanyaya “Hezar jin, yek deng” û kampanya ji CPT’yê re name şandin dan destpêkirin û xebatên xwe didomînin.

Endama Yekîtiya Jinên Kurd a Almanyayê (YJK-E) Besra Uzun ku di kampanyayê de cih digire derbarê kampanyayê de ji nûçegîhana Ajansa JINNEWS’ê re axivî.

Besra Uzun bertek nîşanê îdiaya ‘tecrîd tune ye’ ya Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf û Ceza ya Wezareta Dadê da  û got: “Em hemû dizanin ku li Îmraliyê tecrîd heye. Tecrîd hem li ser me hem li ser Abdullah Ocalan heye. Ev îşkence ye. Ger tecrîd tune ye çima malbat û parêzer nikarin biçin hevdîtinê bikin. Dixwazin me hemûyan tecrîd bikin. Gelê Kurd vê tecrîdê qebûl nake.”

Besra Uzun got: CPT li Tirkiyeyê serdana girtîgehan kiriye lê Îmralî ziyaret nekiriye û wiha domand: “CPT peywira xwe neanî cih. Ji ber vê me gelek çalakî pêk anîn. Ji bo CPT çavên xwe veke heyetekê ava bike û bişîne Îmraliyê em mal bi mal tax bi tax digerin û xebata nameyan dimeşînin. Heta niha me 3 hezar û 22 îmze û name şandin. Gel eleqeyek mezin nîşan dide. CPT ger ku dibêje ez mafan diparêzim divê gelê Kurd jî biparêze. CPT rola xwe nalîze.  Heta serokatiya me azad nebe em ê li kolanan bin. Çi ji destê me tê em ê bikin. Em ê CPT rehet bernedin. Bila vê baş bizanibin. Bila gelê Kurd xwedî li serokatiya xwe derkeve. Bila her kes dengê xwe bilind bike û tevli kampanyayê bibe.”

Back to top button