ManşêtNûçe

Talet Yunis: Divê em xwe di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de bi rêxistin bikin 

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Talet Yunis têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bi taybet hedefgirtina saziyeke sivîl a Rêveberiya Xweser di 24`ê Cotmehê de li Qamişlo ku di encamê de du welatî şehîd bûn, ji ANHA re axivî.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê, ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser Qamişlo de, 2 welatî şehîd bûn. Rêveberiyê bang li hêzên navneteweyî kir ku helwesta xwe li hember şerê nerewa yê dewleta Tirk a dagirker li dijî sûriyan û herêmê, nîşan bidin.

Talet Yunis ev êriş wek berdewama siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê û projeya wan a demokratîk bi nav kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker hemû derfetan bi kar tîne da ku tevliheviyê li herêmê çêke. Ewlehiya wê têk bibe û dagirkirina xwe li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî ferz bike.”

Yunis destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hemû hêzên xwe yên siyasî, dîplomatîk û leşkerî bi hevkariya gelek dewletan ku berjewendiyên wan heman in û li dijî ewlehiya herêmê projeya wê ya demokratîk in, bi kar tîne da ku van êriş û siyasetên xwe ferz bike û ev li gotinên xwe zêde kir: “Piştî hevdîtinên li Tehranê asta êrişên li dijî herêmê bi taybet li dijî hêzên me yên leşkerî, saziyên Rêveberiya Xweser û endamên wê zêde bûn.”

Piştî civîna sêalî ya di navbera serokên Tirkiyê, Rûsya û Îranê de ku di 19`ê Tîrmehê de li Tehranê li dar ketiye, civîna Soçiyê ku di 5`ê Tebaxê de di navbera serokên Tirkiyê û Rûsyayê de li dar ketiye, êrişên dagirkeriya Tirk li seranserî sînorên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê zêde bûn.

Talet Yunis got ev êriş, destpêka pêvajoyeke din a êriş û siyasetên dagirkirinê yên li dijî herêmê bi nav kir û wiha pê de çû: “Li hember van siyasetên li dijî qanûnên navneteweyî û sûcên şer ên dewleta Tirk ku li dijî herêmê pêk tîne, saziyên hiqûqî, civata navneteweyî, hêzên garantor û Koalîsyona Navneteweyî bêdeng in.”

Her wiha Yunis diyar kir ku ev bêdengî, rê li pêşiya DAIŞ`ê vedike ku ji tevliheviyê û êrişan sûdê bigire û careke din li herêmê xwe birêxistin bike û ev li gotinên xwe zêde kir: “Hemxwextî hewldanên Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ku bi hemû hêzên xwe rê li pêşiya vejandina DAIŞ`ê li herêmê digirin, ev êriş pêk tên. DAIŞ jî rojane sûdê ji van êrişan digire û êrişî herêmê dike.”

Yunis daxuyand ku hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe li hember van êrişan, dibin şirîkên komkujiyên ku rojane li dijî gelên herêmê pêk tên.

Her wiha Talet Yunis balkişand ser berxwedana Rêveberiya Xweser û gelê herêmê li hember êrişan û got: “Rêveberiya Xweser û gelê herêmê têkoşîn û berxwedana xwe li hember siyasetên qirkirinê û êrişên dagirkeriya Tirk didomînin. Bi her êrişekê re peyamekê didin civata navneteweyî, rêxistinê mafên mirovan, Koalîsyona Navneteweyî û hêzên garantor ku van komkujiyan rawestînin, qedexeya hewayê li herêmê ferz bikin ji bo êrişên hewayî yên dagirkeriya Tirk rawestînin. Lê heta niha tu deng ji wan nayê. Ji ber vê bêdengiyê dewleta Tirk êrişên xwe li dijî herêmê zêdetir dike.”

Di dawiyê de Talet Yunis bang li welatiyan kir û got: “Divê em berxwedan û hevgirtina xwe ya bi hêzên leşkerî re zêde bikin û li hember siyasetên qirkirinê û dagirkirinê bisekinin. Divê em xwe di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de bi rêxistin bikin û vê birêxistinkirinê xurttir bikin da ku nehêlin, dewleta Tirk a dagirker û hêzên hevkarên wê, armancên xwe pêk bînin, vîna gelê me bişikînin û projeya me ya demokratîk têk bibin.”

Back to top button