Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed ji DYA`yê daxwaz kir ku qedexeya firîna balafiran li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bike û êrîşa dewleta Tirk bide rawestandin.
Îlham Ehmed piştî civîna çapemeniyê ya bi parlamenterên demokratîk û cumhûrî di kongresa Amerîkî de di nav de senatorê cumhûrî Lindsey Graham û demokras Chris Van Hollen.
Îlham Ehmed: Got ku parlamenterên kongresê banga şandina hêzên navneteweyî yên navbeynkar di navbera QSD`ê û Tirkiyê de kirin.
Îlham Ehmed diyar kir ku endamên kongresê yên ku bi wan re civiya, îşaret bi girîngiya qedexeya firîna balafiran û ferzkirina cezayan ser Tirkiyê kirin, da ku wê neçar bikin kiryarên qirkirina etnîkî derheqê gelê Kurd de û guhertina demografiya li xaka Sûriyê rawestîne.
ANHA