Serokomarê Fransa Emmanuel Macron bi serokê Rûsiyayê Vladmir Putin bi riya telefonê axivî û jê re dîyar kir ku divê li Sûrîyê dema agirbestê were dirêj kirin.
Malpera Serokomarîya Fransa ragihand ku Macron di axaftina bi Putin re bal kişandiye ser girîngîya agirbesta li Sûrîyê û daye zanîn ku divê ew dewam bike.
Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dê li Soçîyê ser Sûrîyê kom bibin.
Macron hefteya borî êrîşên Tirkîyê yên dijî Sûrîyê rexne kiribû û dîyar kiribû ku ger Dewleta Îslamî (DAIŞ) ji nû ve gur bibe ewê berpirsa wê Tirkîye be.
Wî dabû zanîn ku li herêma Rojhilata Navîn bawerîya bo welatên rojava nemaye û li wê derê êdî hikmê Rûsya, Îran û Tirkîyê heye.