Çand û HûnerHelbestNûçe

Helbestvan, siyasetmedar û têkoşerê kurd; Pîremêrd

Helbestkarê gewre Tewfîq Mehmûd Hemze ku bi navê Pîremêrd dihat naskirin sala 1867’an li başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê çavên xwe li dinê vedike. Beriya ku bê dinê li Botan beriya 30 salan serî rakiribûn lê sed mixabin serhildana wan bi xwînê hatibû tepeserkirin. Mîr Mihemmed Bedirxan li hemberî hêzên Osmaniyan û îxaneta biraziyê xwe Êzdan Şêr têk çû. Her wiha Pîremêrd 13 sal beriya serhildana Şêx Ubeydullah hatibû dinê ango mirov dikare bêje li aliyekê rûyê wî hêviyeke nivcomayî li aliyê din jî hêviya serfiraziyê hebû. Helbet ev rewş di helbestên wî yên gewre de jî xwe didin der.

Belê Pîremêrd ango helbestvan, rojnamevan û rexnegirê kurd ku navê wî yê eslî Tewfîq Mehmûd bû perwerdeya olî dît. Piştre li Stenbolê fakulteya dadê (hiqûqê) xelas kir. Di sala 1907’an de li Stenbolê di damezrandina Komeleya Kurdistanê de cih girt. Di sala 1909’an de li Colemêrgê, 1918’an de jî li Amasyayê bû qeymiqam. Di dema li Amasyayê qeymiqam bû gelek dan û standinên wî bi Mustafa Kemal re çêbûbûn. Heta di dema qeymeqamtiya wî de li Amasyayê ji aliyê Mustafa Kemal ve Giştînameya Amasyayê di 21-22’yê hezîrana 1919’an de tê îmzekirin.

‘Jiyanewe’ û ‘Jîn’

Di vê giştînameyê de ji bo kurdan xweserî tê pêşniyarkirin ku lazim e dîrokzan li ser vê lêkolînekê bikin bê ka Pîremêrd çiqas bandor li ser giştînameyê kiriye. Di sala 1923’yan de dîsa vegeriya ser axa bav û kalan ango Silemaniyê. Di nav salên 1926 û 1950’î de bû gerînendeyê giştî yê rojnameyên “Jiyanewe” û “Jin” . Pîremêrd li ser folklora kurdî gelek lêkolîn kir. Pîremêrd wekî pêşevanê helbestvaniya kurdî ya nûjên jî tê hesibandin. Tewfîq Mehmud Hemze ango Pîremêrd simayeke pir hêliya kurd e. Hiqûqnas, siyasetmedar, rojnameger û helbestvan e. Jiyaneke devedev jiyaye û gelek berhemên hêja li dû xwe hiştine.

Helbestkar, siyasetmedar û têkoşerê kurd; Pîremêrd ji temenê biçûkatiya xwe heya dawiyê, ji gelê xwe re xizmeteke gelek mezin ji bo kurdan û wêjeya kurdî kiriye. Pîremêrd di 19’ê hezîrana 1950’yî de li Silêmaniyê koça dawî kir.

Naveroka helbestên Pîremêrd

Pîremêrd, der barê evîn û evîndarî, hezkirin û sirûştê, der barê neteweyên bindest, nemaze neteweya kurd û Kurdistanê de, der barê rizgariya gelên bindest nemaze gelê kurd û yên wekî wan de gelek berhem û helbest nivîsandine û peşkêşî gelên cîhanê kiriye. Pîremêrd, wekî giraniya helbestvan û wêjevanên kurd, ji normalê zêdetir di helbestên xwe de dabaşa spehîtiya xwezayê dike. Em ê li vir helbesteke Pîremêrd a li ser Newrozê parve bikin ku wiha dibêje: “Eva roja sala taze ye, Newroz hatiye / Cejna kevnê kurd e bi xweşî hatiye / Çend sal e gula hivya mebest bû heta par / Her xûna lawan bû gula ava nû bihar / Wî rengî sore bû ke asoyê bilindî kurd / Mizgîna beyanê bo gel e dûr û nêzîk bîr / Newroz bû agrekî weha xiste nav cergewe / Lawan bi eşq diçûn pêşber pir mergewe / Wa roj hilat ji bedena berza welatewe / Xûna şehîd e, rengê şefeq şewq vedatewe / Heta niha li tarîxa milet da rû nede / Qelxana gulê sîngê keçikan be hilnede / Bo şehîdê weten naxwaze şîwen û girîn / Ew namirin, wa li dilê miletan de dijîn.”

Pîremêrd, li ser werzan jî helbest nivîsîne. Ma ne xweza bi werzan ji xwe dide behskirin. Helbestvanê me werza havînê bi vê rewşa jêrîn dinirxîne xwe û wiha dibêje: “Hewa havînê, hewa havînê / Îsal havîna me zor bi kîn e / Girê agirê sebûn sî tîn e / Bergê esman bo me şîn e / Feslê gulgeştê Baxê Penawîn e / Ev sebûna me ji ku ve hat? / Bi tîna germê hilqirça welat / Stêra te’lê xwe guherî nehat / Bişne şîveya şemal kiş û mat / Dil vê germê qîz xemgîn e / Girê Yarê ciyê rojtavê / Rêya seyranê Newroz biriye / Karêza şerîf av tê de maye / Erxewan çiqpopê wê şikaye / Girê Seyran ciyê zar û şîn e / De Xwedê ye, hilkeve qîzîna şemalê / Hewa zenga xemê min ji dil bimalê / Ay bo dengxweşek digel şimşalê / Bi wê xwestinê têr bûm binalê / Derdê min karî ye û cerga min birîne.”

Mafên jinan diparêze

Pîremêrd, di felsefeya xwe de, ew mafê ji law û mêran re hatiye nasîn, divê heman maf ji keç û jinan re jî bê nasîn. Da ku em bi aliyê cîhaneke wekhevî ve biherikîn û ji wan kevneperestiyên gemar rizgar bibin. Mêhvanê me pêşî gazî keçan dike ku wekî lawan ew jî di dibistanan de bixwînin û ji wê perda reş bifilitin da ku bikaribin mafên xwe bistînin û biparêzin. Ji bo gihîştina vê yekê bi vê rewşa jêrîn bang li keçan dike û wiha dibêje: “Ey keçikno werin mektebê / Hûn teskînê dilê me ne / Zîneta bax û ba û terîqê ne / Rewneqa destê gul im / Teze em tê gehîştin / Dayika qenc xwendewar / Mesela we têne meydan / Qewmekê pê bêye kar / Jin şirîka jîna mêr e / Nek tenê xerêqa bar û dar e / Terbiyeta mêjik û mindal e / Bo weten bêwijdan helal e.”

Pîremêrd, ji temenê biçûkatiya xwe heya dawiyê, ji gelê xwe re xizmeteke gelek qenc kiriye. Di sala 1950’yî de li bajarê Silêmaniyê di temenê 83’yan de koç dawî kir û li goristana heman bajarî radestî gora pîroz kirin.

Back to top button