ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

bi yekdestî Minbicê biparêzin

Cîgirê Fermandariya Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El-Benawî, got ku ew tu carî derfet nadin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê destwerdna karê Minbicê bikin. Her wiha tekez kir ku dê bersiva hemû kesên ku dixwazin aramî û ewlehiya Minbicê tevlihev bikin, bidin.

El-Benawî got :” Em destwerdana Tirkiyeyê ji xaka Sûriyê bi temamî şermezar dikin. Em tu carî derfet nadin dagirkeriya Tirkiyê ku bi hustek ji xaka me dagir bike.”

El-Benawî diyar kir  ku wê  gel û barêzvanên Minbicê  li hemberî hemû êrîşên ku yekitiya gelê herêmê hedef digirin derkevin û bersiv ê bidin.

El-Benawî  di axaftina xwe de bang li hemû şêniyên herêmê kir ku bi yekdestî li dijî êrîşkaran derkevin û parastina herêmên xwe bikin.

Back to top button