ManşêtNûçe

Aldar Xelîl: Girtina Rêber Apo ne rewa ye, li dijî mafên mirovan e

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku sedema kûrbûna krîza li Rojhilata Navîn girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi komployeke navneteweyî ye û got, “24 sal ji ser gelên Rojhilata Navîn re derbas bûn. Rojhilata Navîn di van 24 salan de dikaribû xwe ji nû ve ava bike û pirsgirêkên xwe çareser bikira.”

Endamê Konseya Hevseroktiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl têkildarî Komploya 9’ê Cotmehê, helwesta rejîma Sûriyeyê û Peymana Edeneyê, serdana CPT’yê ya Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bersiv da pirsên ANF’ê.

Em ketin sala 25’an a komploya navneteweyî. Beriya komployê atmosfera Sûriyeyê çawa bû, pêvajoya komployê çawa pêş ket? Bandora rejîma Şamê û helwesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li hemberî wê çi bû?

Weke ku tê zanîn Rêber Apo xwediyê projeya azadî û demokrasiyê ye. Rêberekî ku ji bo azadî û rizgariyê têkoşînên mezin dide. Her wiha xwedî projeya avakirina sîstemeke demokratîk li tevahiya Rojhilata Navîne. Projeyek wisaye ku bersiva hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn dide. Hêzên hegemonîk ên cîhanê û herêmê bi rêya dewleta Tirk êrîşên xwe berdewam kirin. Aştî û çareseriya pirsgirêkan nedixwestin. Dewleta Tirk bi tundî hem êrîşî Tevgerê û hem jî êrîşê gelê Kurd kir. Her wiha gefên li dijî dewleta Sûriyeyê pêş xistin. Dema dîtin ku êrîşên wan ên li ser Tevgerê wê bi operasyonan encam negire, her wiha dema ku planên wan ên ji bo tasfiyekirina fîzîkî ya Rêber Apo li Şamê bi êrîşa ku kirin hedef, ti encam negirtin vê carê berê xwe dan gefên li dijî dewleta Sûriyeyê û hewl dan Rêber Apo ji Sûriye û Rojhilata Navîn derxînin.

Dewleta Sûriyê bi taybetî di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de tê naskirin. Ji Şerê Cîhanê yê Duyem ve, li eniya cîhanê ya dewleta Sûriyê, bi giranî bi Yekîtiya Sovyetê, partiyên sosyalîst û derdorên wê demê re weke eniya dijberiya Rojava dihat naskirin. Ji ber xwedî nasnameyek wiha bû tevgera Filîstîn û hwd. Tevgerên rizgarîxwaz û tevgerên Kurd her çend kêm be jî li Sûriyeyê û Lubnanê karîbûn ji vê sûdê werebigirin. Dema ku dewleta Tirk gef li rejîma Sûriyeyê dixwar, rejîm nema dikarîbû helwesta xwe ya berê berdewam bike. Bi taybetî piştî salên 1989-1990’î cîhan êdî ne wek berê bû. Sovyet êdî ne wek berê bû. Pêvajo guherî bû. Ya duduyan, herêmên Ereban yên li Rojhilata Navîn li dijî gefên dewleta Tirk, ku piştgirî bidin helwesta Şamê nebû. Qaşo di wê demê de helwesta rejîma Misirê û hin welatan digotin ‘divê Sûriyê bê parastin û êrîş li dijî wê pêk neyê’. Lê di rastiyê de dixwastin Sûriyê ji stratejî û taktîkên xwe yên berê gavekê paşde bavêje.

Li aliyê din jî gefên dewleta Tirk cidî bûn. Di rastiyê de gefên dewleta Tirk ên li ser Sûriyeyê ne yên pêşî bûn. Di sala 1937’an de carekê wisa kirin. Bi anîna artêşa xwe ya li ser sînor xwest Sûriyê dagir bikin. Vê carê jî artêşa xwe anî ser sînor û ji behrê dest bi tevgerê kir. Bi vî awayî gefên xwe domandin. Gefên wan ev bûn, ‘Ya hûnê teslîmî me bikin, yan hûnê ji wir derxin, yan jî em ê êrîş bikin’. Bi rastî jî metirsiyên êrîşê li pêş bûn. Yanî dewleta Tirk li benda hincetekê êrîş Sûriyeyê bike bû. Ji ber vê sedemê dema ku atmosferek wisa çêbû û îhtîmala şer derkeve çêbû Rêber Apo got, “Ez ji ber xwe tu carî şerekî li herêmê naxwazim û qebûl nakim; Bila dewletek êrîşî dewleteke din jî neke.” Bi her awayî daxwaza wî ew bû ku pirsgirêka Kurd ji sînorên herêmê bê derxistin û di qada navneteweyî de çareserî bê dîtin. Bi vê derketinê re li aliyekê pêşî li şerê li Sûriyeyê hat girtin, li aliyê din jî ji bo çareseriya pirsgirêkê gav hat avêtin.

Di wê demê de rewşa Rêber Apo ku ji Sûriyeyê derkeve hebû. Piştî komployê li Rojhilata Navîn ti pirsgirêk nehatin çareserkirin, berovajî pirsgirêkên heyî kûrtir bûn. Mînak qeyrana Iraqê mezin bûye, krîza Lubnanê hê jî didome, pirsgirêkên di navbera Îsraîl û Filistînê de nehatine çareserkirin, Sûriye jî êdî wesfê welatekî yekbûyî nîne, pirsgirêkên mezin tên jiyîn. Pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareser nebûye. Pirsgirêkên Îranê yên li aliyê Rojhilat nehatine çareserkirin. Bi gotineke din, eger mirov tenê vê pirsê ji xwe bike, dê hînî hemû bersivan bibe; Çima li Rojhilata Navîn ewqas şer û pevçûn hene? Ma kes vê yekê ji xwe napirse? Yek ji sedemên bingehîn jî projeya çareseriyê bû, lê bi vê komploya navneteweyî Rêber Apo ji Rojhilata Navîn derxistin û piştre jî dîl girtin. 24 sal di ser jiyana gelên Rojhilata Navîn re derbas bûn. Rojhilata Navîn di van 24 salan de dikarîbû xwe ji nû ve ava bikira û pirsgirêkên xwe çareser bikira. Ger ku pirsgirêkên xwe çareser bikira, wê di rêza herî pêş a cîhanê de bûya. Krîza Rojhilata Navîn kûrtir û dijwartir bûye. Sedema vê yekê hemû ew e ku Rêber Apo dîl hatiye girtin.

Peymana Edeneyê ya di navbera Şam û Enqereyê de hat îmzekirin di vê komployê de bandora wê çi bû, bi nûkirina wê çi dixwazin bikin?

Peymana Edeneyê di esasê xwe de yek ji pêngavên destpêkê yên komplo û gefên li dijî Sûriyeyê bû. Di vê peymanê de dewleta Sûriyê ji bo serweriya xwe gavekê paşde davêje. Ya yekem, pêşî dewleta Tirk di destpêka sedsala borî de herêma Hatay-Iskenderûnê dagir kir û girt. Heta mutabaqata Edeneyê, dema ku rêveberiya Şamê nirxandinên xwe dikir û helwestên xwe yên siyasî diyar dikir, gelek caran digot, “Herêmên me yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de hene, divê bên rizgarkirin.” Piştî Peymana Edeneyê êdî dewleta Sûriyê behsa wê nake. Ev di esasê xwe de tê wê wateyê ku bi vê peymanê re herêma Îskenderûnê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, hatiye erêkirin ku ya wî ye. Dewleta Sûriyê bi fermî ev yek qebûl kir. Ya duyemîn jî, dewleta Tirk ji bilî herêmên ku berê dagirkirî, her dema ku bixwaze, bi her sedemê destûr hat dayîn ku heta 10 km derbasî axa Sûriyeyê bibe. Yanî êdî serwerî û yekparçeyiya Sûriyê nemaye. Sûriye êdî bûye cihekî vekirî ji dewleta Tirk re.

Ev rewş heya destpêkirina aloziya Sûriyê berdewam kir. Piştre dewleta Tirk niha hemû herêmên weke Idlib, Bab, Ezaz, Cerablûs, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kiriye. Bi vê yekê tenê jî namîne. Jixwe dewleta Tirk vê dibêje, ‘Me di Lihevkirina Edeneyê de gotibû 10 km. Dema ku min li wir hedefek tesbît kir, ez gulebaran dikim û vedigerim.’ Lê belê, ew dixwaze mesafeyê ji 10 km zêde bike û paşde venegere. Berê digot, ‘Ez ê herim vê herêmê. Ez li hedefê bixim an jî bigirim û ez ê vegerim.’ Niha wisa nake. Axa Sûriyeyê dagir dike. Ne tenê di nav 10 km. Bi awayekî fermî dibêje 30 km, lê ger bikaribe dê heta 60-70 km biçe. Ev jî vê rastiyê nîşan dide ku dewleta Tirk xwedî projeyek dagirkeriyê ye.

Ji bo vê jî Peymana Edeneyê ne ji bo berjewendiya gelên Sûriyeyê ye. Ti carî xizmeta hemû berjewendiya gelên herêmê nake. Berovajî vê her tim dibe sedema krîz û rê li ber dagirkeriyê vedike. Em ji destpêkê ve li dijî wê bûn. Di bingeha nûkirina peymanê de, dixwazin sûdê ji rejîma ku serweriyek wê zêde nemaye û lawaz bûye bigirin.

Tirkiye dixwaze bi nakokiyên Rûsya-Ukrayna, DYA, hêzên Koalîsyonê, pirsgirêkên Iraq û Sûriyê re, şert û mercên xwe deyne ser rêveberiya Şamê. Bi vekirina vê deriyê diyalogê hem peymana Edeneyê nûjen bike û hem jî di xala dijberiya Rêveberiya Xweser de ji rejîmê sûd werbigire. Ji ber ku dewleta Tirk bi êrîşa li ser Rêveberiya Xweser, ji her kesî alîkarî xwest, bi taybetî jî ji bo tinekirina gelê Kurd. Di destpêkê de ji Cebhet El-Nusra, ji OSO, DAÎŞ’ê alîkarî xwest, niha jî ji rejîma Sûriyê alîkariyê dixwaze. Ew ê qet nesekine û hewldanên xwe didomîne.

Li cîhanê bi mîlyonan çalakiyên xwe yên li dijî tecrîda mutleq a li Îmraliyê didomînin. Çi kir ku CPT’yê piştî navbereke dirêj heyetekê bişîne, CPT’yê derbarê hevdîtinên heyetê de agahî nadana raya giştî nîşaneya çi ye?

Bi salan e di serî de gelê Kurd, gelên herêmê û cîhanê, rewşenbîr, karker, kedkar, xwendekar, ciwan û jin her kes dizane ku girtina Rêber Apo ne rewa ye. Li dijî mafên mirovan e û neqanûnî ye. Divê azad be, ne di zindanan de be. Her kesî ji bo azadiya wî ya fizîkî ketiye nava liv û tevgerê. Di vê salê de gelek çalakiyên girîng û watedar hatin kirin. Çalakiyên girîng û bi bandor bûn. CPT’yê mecbûr ma. Ji ber ku çalakî nesekinîn. Bi salan e tecrîda giran berdewam dike, lê saziyeke wiha ku li dijî êşkencê derdikeve û mafên mirovan diparêze, divê ne xwedî helwestek wiha ba. Ger rastî bi erka xwe rabibûya wê karê xwe kiriba.

Dema destpêkê Rêber Apo birin Îmraliyê, CPT’yê hevdîtin kir û jê re gotin, ‘Tu niha li vir î. Lê em ê her dem rewşa we bişopînin.” 24 sal derbas bûn. We çi şopand? Ma hûn nabînin ku zulmek mezin hatiye kirin? Bi zextên çalakiyan re çûn, lê nêzî rastiya hiqûqê nebûn. Diviyabû wan daxuyaniyeke fermî bidana û bigotana, ‘Em li vir in, rewş ev e. Binpêkirinên maf hene.’ Gotin piştî 6 mehan ew ê rapora xwe bidin. Wê demê çûna wan çi wateya wê ma? Mebesta we çiye? Bê şik ev mijara rexneyê ye.

Em dikarin vê rêveçûnê weke serketina çalakiyên gelan ên ji bo Rêber Apo binirxînin. Vê yekê zext çêkir, lê ev hemû sazî bi pergal û navendekê ve girêdayî ne. Ji xwe ew navend pêvajoya komployê dimeşîne.

Dagirkeriya dewleta Tirk a li Serêkaniyê û Girê Spî 3 sal li pey xwe hişt. Ji bo dawî li dagirkeriyê bê anîn divê çi bê kirin?

Dewleta Tirk ji bo êrîşê bibe ser Serêkaniyê û Girê Spiyê belasebep roja 9’ê Cotmehê hilnebijart. Ev ne rasthatin bû, berevajî plankirî bû. Bi vê êrîşê got, ‘Çawa ku min di 1998’an de bi derketina Rêbertî ya ji herêmê dest bi pêvajoya komployê kir, ez ê bi vî re jî dest bi pêvajoya tunekirina we bikim.’ Eger li hemberî êrîşan berxwedan û xebatên dîplomasiyê nebûya, gengaz bû ku vê êrîşê encamên cudatir jî bi xwe re bianiya. Tevî her tiştî jî ev dagirkerî ye û bi vî rengî dewam nake. Gelê herêmê ji mal û gundên wan derxistin û neçarî koçberiyê hiştin. Gelek kes hatin destgîrkirin, birîndarkirin, şehîdxistin. Lewma divê dewleta Tirk ji vê herêmê derbikeve. Divê dagirkeriya dewleta Tirk di serî de li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên dagirkirî mîna Cerablus, Bab û hwd, bi dawî bibe.

Hêz û saziyên navneteweyî erk û berpirsiyariyên xwe yên li hemberê şeniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spiyê pêk naynin ku neçarî koçberiyê bûn. A rastî divê li tu dera axa me dagirker nebin. Pêwîste ew jî erkên xwe pêk bînin û dagirkeran ji van axa derbixin. Ew îro erk û berpirsiyariyên xwe li hemberî kesên ku ji ber êrîşan mala xwe terikandine û li kampên koçberan dijîn bi cih neanîn, ev yek nîşan dide ku li hemberî hovitiya dewleta Tirk bêdeng in.

Pêwîste em axa xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin. Ji bo ku em dawî li dagirkeriya van axan bînin û azad bijîn, pêwîste bi hêza xwe ya xweser têkoşînê mezin bikin û rêxîstinbûna xwe xurt bikin. Divê em bawerî bi hêza xwe ya xweser bînin. Eger ev hêzên navneteweyî azadiya me fikirîban, ne komploya 9’ê Cotmehê pêk anîban ne jî destûr daban ku krîza Rojhilata Navîn bidome. Eger îro axa me tê dagirkirin û her kes ji vê yekê re bêdeng e, ev eşkere dike ku ji hêzên dagirker ên qirker re dibêjin, ‘Hûn serbest in, çi dixwazin bikin’. Ev jî te wateya ku şirîkê dagirkeriyê ne.

Dewleta Tirk ji bo çalakiya fedaî ya li Mersîne bi taybet Minbicê weke navnîşan nîşan dide. Bi vê yekê re çi armanc dike?

Dewlet û desthilatdariya Tirk dijminê Kurdan e. Dema okyanûsekî de keştiyek wan xira dibe dibêjin, ‘Gelo ne PKK’ê û Kurd ev kirine?’ Zext û zilmek mezin dike. Dixwaze gelekî tune bike. Ev gel li ber xwe dide. Dema gel li ber xwe dide dibêje, ‘Çima li ber xwe didî?’. Hûn dixwazin dîrok û nasnameya vî gelî tune bikin. Ma hûn hîna dibêjin, çima li ber xwe didin. Zarokên vî gelî bi salan in bi rengekî fedaî çalakî dikin. Ev pîroz e. Mafê parastina rewa ye. Armanca çalakiya her du jinên fedaî, şoreşger yên Kurd, parastina rûmeta xwe bû. Xwestin dengê xwe li cîhanê bidin bihîstin. Xwestin bêjin gel, ‘Dewleta Tirk çi ji me dike’. Li şûna ku Erdogan bifikire zilma wî hatiye astek welê ku mirov nikarin qebûl bikin, êdî nikarin tehemil bikin û tên asta ku biçin şehadetê. Hincetên ku kî ew şandine û çawa hatine digere.

Ji xwe li Tirkiyê çi dibe bila bibe, herêmên ku di bin hedefa êrîşên wî de ne weke berpirs nîşan dide. Ev çend meh in êrîş dike. Ji xwe êrîşên wî nesekînîne. Gefên xwe ji bo mezinkirina êrîşê dixwe. Dixwaze rengê êrîşan biguherîne. Niha jî dixwaze bi hincetekî êrîş bike. Ewê çi hincet bide pêş, Mêrsîn li ku ye û Rojava li ku ye. Li Mêrsînê çalakiyek bûye dibêje, vaye ji Minbicê hatine. Ew bi xwe navê cih dide. Kêm maye bêje, di hundirê ve malê de hatiye kirin. Ev te wateya ku ji xwe re hincetek digere û bi vê hincetê êrîşê destkeftiyan dike.

Ji meha Nîsanê û vir ve çi karê arteşa Tirk li Zap, Avaşîn û Metînayê heye? Heta derdorê Silêmanî Kelar 100-140 kîlometreyan sînor derbas dikin û êrîşî gel dike. Çi sûcê wê heye ku hûn êrîşê nivîskarekî Kurd a di kovar û akademiyê de dixebite û zanista Jinelojiyê pêşdixe, dikin hedef. Rojnamevan, sîyasetmedar û parlementer tên hedef girtin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriye jî wisa kir. Wê rojê Zeyneb Saruxan û Yilmaz Şero kir hedef. Beriya wê jî wisa bû. Wisa huya dike ku krîza ku tê de ye û tevlîhevî û lewaztî ya wî kiriye ku êdî tu awayî nefikire. Êdî çi bikeve pêşiya vê hedef digre. Pîvanek ya şer heye, êdî wê jî derbas dike. Li şûna ku çalakiya li Mêrsînê bi cihekî re girê bide, divê bifikre bê min çi kir ku mirov li hemberê min çalakiyên bi vî rengî li dar dixin. Ji ber çi çareseriya pirsgirêkan nagerin. Ev çalakiyek rewa ye. Mirov neçarin rûmeta xwe biparêzin. Ew dixwazin vî gelî tune bikin. Ma ev gel li ber xwe nede? Erdogan ji bo ku her tim binpêkirinên xwe yên hov bidomîne di nava legerînê de ye. Ger hincet ne be jî dike, lê carna ji bo civaka navneteweyî dike pey hincetên bi vî rengî.

Gefa ji nû ve zindîbûna DAÎŞ’ê li rojevê ye. Li gorî we divê nexşerêya nû ya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê çawa be?

Hinek mijar karê ewlehî û saziyên peywenîdar in, ev baştir dizanin. Diyare ku dewleta Tirk dixwaze DAÎŞ’ê ji nû ve zindî bike. Dewleta Tirk alîkariya pere, çek û cebilxane dide DAÎŞ’ê û planan dike. Dewleta Tirk planan datine pêşiya xwe. Dixwaze vê bikar bîne. Bi taybet piştî êrîşa xwe ya li ser Girtîgeha Şînaayê, xwest amadekarî bikin û êrîşek nû li ser herêmê bînin. Lê Rêveberiya Xweser û hêzên ewlehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriye tedbirên xwe girtibûn. Pêşiya êrîşê girtin. Ev serketinek e, em wan pîroz dikin.

Divê neyê ji bîr kirin, xeteriya DAÎŞ’ê didome. Divê hemû bar li pişta Rêvberiya Xweser û hêzên leşkerî nemîne. Ev barekî mezin a navneteweyî ye. Bi xwe re xeteriyên mezin tîne. Cebilxaneya ku li Til Hemîsê hate dîtin, tenê yek ji wan cebilxaneyan e. Lê eger cihek biçûk a wekî Til Hemisê cebilxanekî vê aste bê dîtin, divê bê hesabkirin ku li herêmên din çiqas cebilxane hene. Ev yek nîşan dide ku planên xeter û mezintir ya DAÎŞ’ê hene. Ji ber vê pêwîste hemû hêzên navneteweyî berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.

Back to top button