ManşêtNûçe

​​​​​​​Foza Yusif: Tu çek nikare vîna me û hêviya me di jiyana azad de tune bike

Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif têkildarî ragihandina Navenda Biryargeha Parastina Gel (NPG) ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyawî de, 17 gerîla şehîd bûne, ji ANHA me re axiv.

Foza Yusif wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker komkujiyeke hovane li dijî ciwanên gelê me pêk anî û çekên kîmyawî li ber çavên cîhanê bi kar anîn.”

Foza Yusif wiha domand: “Ev êriş, ne tenê li dijî wan lehengan e lê belê li dijî hebûna me wek gelekî ye. Ew dixwaze vîna kurdên azad û berxwedêr têk bibe.”

Her wiha Foza Yusif ev li gotinên xwe zêde kir: “Em li hember zulmê gavekê paşde navêjin û dê li rex têkoşeran bin. Ji ber wê divê em ji cîhanê re ragihînin ku em serî li hember vê zulmê netewînin. Em ê li rex têkoşerên xwe yên leheng bin ku ax û rûmeta me diparêzin.”

Foza Yusif bang li sekna li dijî siyaseta dagirkeriya Tirk kir û got: “Em bang li gelê xwe dikin ku li hember dagirkeriya Tirk û komkujiya hovane bisekinin û rastiya dewleta Tirk a faşîst eşkere bikin.”

Foza Yusif teqezî bi pêwîstiya parastina nirxên şehîdan kir û wiha domand: “Berxwedana me wê berdewam bike.”

Di dawiyê de Foza Yusif got: “Em bi lehengên xwe serfiraz in. Ji ber wê parastina nirxên wan emanet e di stûyê me de. Divê gelê me ji dijmin û dost re îsbat bike ku ev berxwedan berdewam bike, her çiqas berdêl biha be. Tu çek nikare vîna me û hêviya me di jiyana azad de tune bike.”

Back to top button