ManşêtNûçe

​​​​​​​Kongra Star: Bêdengiya rêxistinên navneteweyî tê wateya ku ew jî şirîkê sûcên dewleta Tirk in

Kongra Star der barê bikaranîna çekên kîmyewî li dij Herêmên Parastinê yên Medyayê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: ‎

“Dewleta Tirk a faşîst ku di êrişên xwe yên dagirkeriyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê de ruxmê hemû teknolojiya xwe li hemberî gerîlayên azadiyê nikare bi pêş ve biçe û hewl dide bi çekên kîmyewî encam bigire. Hêzên Parastina Gel (HPG) duh da xuyakirin ku di vê pêvajoya dawî de di êrişên artêşa dagirker a dewleta Tirk li Zap û Avaşînê de 17 gerîla di encama êrişên bi çekên kîmyewî de şehîd ketin.

Em Kongra Star vê sûca dawî ya hovîtiya dewleta Tirk a faşîst bi tundî û hêrseke mezin şermezar dikin. Em 17 cangoriyên azadiyê bi minet û dilsozî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Li hemberî rastiya şehîdan em soza xwe ya bilindkirina têkoşîna azadiyê û pêkanîna hêviyên cangoriyan dubare dikin.

Dewleta Tirk a faşîst dixwaze di pêvajoya salvegera 100’mîn a komarê de qirkirina gelê Kurd temam bike û bi rêya dagirkeriyê Mîsaqî Millî pêk bîne. Di vê çarçoveyê de êrişên qirker û dagirker li hemberî gelê me bi taybet li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi pêş dixe. Dixwaze gelê Kurd di sedsala 21’ê jî bê statû di pozîsyona mêtingeh de bihêle, ji bo nasnameya Kurdê azadîxwaz û serbixwe tune bike.

Lê ruxmê hemû teknolojiya xwe ya mîlîtarîst jî nikare vîna gelê Kurd bişikîne. Ev rastî di berxwedana gerîlayê azadiyê li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê de jî xwe bi zelalî xuya dike. Şervanên azadiyê bi taktîkên afrîner, bi îradeyeke ji pola, bi cesaret, qehremanî û fedakarî berxwedaneke dîrokî didin meşandin. Artêşa dagirker ji ber ku bi amûr û rêbazên şer ên peymanî li hemberî gerîla nikare encam bigire, çekên kîmyewî bi kar anîn. Ya rast bi vî şiklê ji meydana cengê direve û ev yek jî lewazî û aciziya dewleta Tirk li hemberî şerê gerîla eşkere dike.

Dewleta Tirk a faşîst bi taybet ji salê çûyî ve bi şêweyeke sîstematîk çekên kîmyewî bi kar tîne. Li hemberî bikaranîna rê û rêbazên Hîtlerî ji aliyê dewleta Tirk ve saziyên eleqadar bi israr bê deng dimînin. Bikaranîna çekên kîmyewî li gorî qanûnên şer ên navneteweyî qedexe ye û qaşo ji bo bicîanîna wan qanûnan mekanîzmayên navneteweyî hene. Lê herî zêde ev mekanîzma û saziyên eleqadar bi xwe pîvanên şer dixin bin lingan. Dewleta Tirk ber çavên rêxistinên berpirs weke Netewên Yekbûyî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) sûcên şer pêk tîne. Ji ber ku bi zanebûn, di oxira berjewendiyên xwe yên qirêj li hemberî sûcên giran yên dewleta Tirk de bê deng dimînin bi xwe jî berpirsiyar û tawanbar in. Ji bo vê bêdengiya rêxistinên navneteweyî jî tê wateya ku ew jî şirîkê sûcên hovane yên dewleta Tirk a faşîst in!

Wek Kongra Star em bang li jinan, gelê me û hemû hêzên demokratîk dikin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk bi çekên qedexekirî dengê xwe bilind bikin û rabin ser pêyan. Em bang li saziyên eleqadar dikin ku erk û berpirsiyariya xwe pêk bînin. Ev jî tê wateya ku lêkolînên pêwist bên kirin, lêpirsîneke serbixwe bê vekirin, pêşiya bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk bê girtin û rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji ber sûcên xwe yên şer bê darizandin.”

ANHA

Back to top button