ManşêtNûçe

KNK: Bêhelwestî û bêdengî, hevkarîya sûcdaran e 

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarê bikaranîn çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Konseya Rêvebir a KNK’ê wiha ye:

“Artêşa Tirk, ev serê salan e li hember şervanên azadiyê yên Kurdistanê, çekên kîmyewî bi kar tîne. Heta niha ev çekên qedexe dem bi dem bi kar dianîn lê ev 2 sal in ji Sibata 2021’î heta bi niha bêyî navber bi kar tîne. Bi teybetî jî van şeş mehên dawîn gelek zêdetir kiriye. Li gorî agahiyên Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG‘ê, sala 2021‘an 367 caran, van şeş mehên dawîn 2470 caran çekên kîmyewî û çekên qedexe bi kar anîne. Di van êrîşan de ji sedan zêdetir şervanên azadîyê şehîd bûne.

Gelek rojan dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî û delîlên bikaranînê, derdikevin û di ragihandinê de têne belavkirin. Îro jî dîmenên bi vî rengî di ragihandinê de derketin û şehadeta 17 şervanên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûne, hate ragihandin. Gelê Kurd, rêxistinên Kurdistanî û gelek dostên Kurdan, ev demeke dirêj e li her derê dengê xwe bilind dikin û banga xwe digihînin raya giştî ya cihanê. Lê mixabin ji bilî hinek saziyên mafê mirovan, kesek vê rewşê nabîne û dengê xwe nake. Bi teybetî Neteweyên Yekbûyî, OPCW, Konseya Ewropayê û dewletên peywendîdar, bê deng in û naxwazin vê rewşê bibînin. Dewleta Tirk jî, ji vê rewşê cesaret digire û êrîşên xwe zêdetir dike.

Rayedarên Dewleta Tirk, li Kurdistanê sûcên şer ên li dijê mirovahiyê dikin. Di sêrî de Erdogan û endamên hikûmeta wî, fermandarên artşa Tirk û berpirsên MÎT‘ê, li dijê mirovahiyê sûcdar in.

Tişta li Kurdistanê diqewime, ne tişteke ji rêzê ye. Îro li pêş çavên Cihanê li Kurdistanê, artêşa Tirk bi awayekî hovane êrîş dike û hemî pîvanên hiqûqî binpê dike û sûcên şer ên li dijê mirovahiyê dike. Li dijî vê rewşê, divê Kurd û dostên Kurdan, li ser pêyan bin û li her derê dengê xwe bilind bikin. Rewş awarte ye nabe ku dereng bikeve.

Em KNK, ev rewş di rojeva me ya sereke de ye û bi hemû awayî em ê şopdarê vê rewşê bin û em ê bi hemû hêza xwe, li dijê vê hovîtîya dewleta Tirk rawestin.

Em, bang li hemû gelê Kurdistanê jî dikin û dibêjin, roj roja berxwedanê ye, roj, roja xwedî derketina li şervanên azadiyê ye, bila her kes li qadan be û bi ruhê berxwedana Kobanê li dijê vê hovîtiyê derkeve. Her wiha em bang li dostên Kurdan û cîhana humanîter jî dikin ku di vê rewşa awarte de, li gel gelê Kurd cihê xwe bigrin.

Di heman demê de em bang li Neteweyên Yekbûyî, OPCW, Konseya Ewropa û dewletên peywendîdar dikin ku li dijê vê rewşê çavên xwe negirin û bêyî deng nemînin. Bêhelwestî û bêdengî, hevkarîya sûcdaran e û nebin şirîkên sûcdar û xwînxwaran.”

ANHA

Back to top button