ManşêtNûçe

Erdhej derfeteke nû ye ji bo temamkirina planên dewleta Tirk yên mêtîngeriyê

Di hevpeyvîneke li gel ajansa ANHAʹyê Hevserokê Meclisa Têkiliyên Siyasî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa got: Erdheja ku li herêmê rû da, gelek xalên nezelal ji me re diyar kirin ku pêwîstiya wan bi şîrovekirinê hene.

Bekir Hec Îsa wiha pê de çû: Endamên Rêxistina Xêrxwaziyê ya Barzanî li bajarê Efrîna dagirkirî wêne bi çeteyan re kişandin. Ev tiştekî ne ecêb e. Ji roja yekemîn ve destekê didin dagirkeriya Tirk a li bajarê Efrînê. Qeter bi ragihandina amadekariyên xwe ji bo avakirina mêtîngehên nû rûyê xwe yê rast derxist holê ku destekê dide terorê.”

Bekir Hec Îsa destnîşan kir ku derfeteke nû bi destê dewleta Tirk a dagirker ket da ku planên xwe yên mêtîngeriyê temam bike.

Bekir Hec Îsa wiha domand: “Demografiyaya bajarê Efrînê yê dagirkirî tê guhertin û hêzên navneteweyî jî bêdeng in. Ya ku rewşê kampaxtir dike ew e ku bi navê alîkariyên mirovî destekê didin çeteyan. Lê di rastiyê de alîkarî nagihêjin welatiyên ku ji ber erdhejê ziyan dîtine, lê dikevin destê çeteyan.”

Hec Îsa anî ziman ku erdhej derfetek ji dewletên destpotî re bû da ku planên xwe temam bikin û got:”Lê ya ku cihê mixabiniyê ye ew e kesên ku îdiaya kurdîtiyê dikin van planan rewa nîşan didin. Divê dev ji vê destekê berdin û li koka xwe vegerin, an wê dîroka ku bi xwîna zarokên herêmê hatiye nivîsandin wê lanetê li wan bîne.”

Bekir Hec Îsa bang li şêniyên li herêmê dagirkirî kir ku ji planên dijber ên ku bi serkêşiya dewleta Tirk têne kirin, hişyar bin û li hemberê bisekinin.

=

Back to top button