Artêşa Tirk a dagirker ji bo koçberkirina xelkê resen ê Efrînê û mayîndekirina dagirkeriya xwe li herêmê, sûcên xwe didomîne.
Çavkaniyên taybet ji herêmê ragihand ku çeteyên El Hemzat 75 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Seîd Behrî yê ji şêniyên navçeya Bilbilê ya Efrînê birîne.
Darên ku hatine birîn di nava zeviyeke li ser rêya gundê Zerê yê Bilbilê de bûn.