ManşêtNûçe

Di encamnameya Forûma Ewropayê êrîşên Tirkiyeyê li ser Rojava hat şermezar kirin

Encamnameya 7’emîn Forûma Ewropayê ya Hêzên Çep, Kesk û Pêşverû ku li paytexta Spanyayê Madrîdê pêk hat, hat eşkerekirin. Di encamnameyê de zextên dewleta Tirk ên muxalefetê û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava hatin şermezarkirin.

7’emîn Forûma Ewropayê di 10,11 û 12’ê Mijdarê de li Madrîdê pêk hat. Encamnameya 7’emîn Forûma Ewropayê, hat eşkerekirin. Di encamnameyê de helwesta li ser rewşa Îrlanda, Qibris, û Tirkiyeyê hat diyarkirin û hat destîşankirin ku pêwîste dawî li hemû şêweyan cudakarî û newekheviyê, baviksalarî, qaçaxçîtiya zayendî û îstismarkirinê were.

Di encamnameyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û wiha domand: “Dagirkeriya dewleta Tirk a ku ev 49 sal in li Qibrisê dewam dike, divê bi dawî bibe. Em zext û zordariya Tirkiyeyê ya li dijî muxalefeta demokratîk bi tundî şermezar dikin; Em daxwaz dikin ku Tirkiye hemû girtiyên siyasî serbest berde û biryarên Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bîne.”

Di encamnameyê de bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û wiha hat gotin: “Em êrîşên çekdarî yên li dijî li herêmên Kurdan û binesaziya sivîlan ku bi milyonan kesî bê av û bê ceryan dihêle şermezar dikin.”

BANGA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK

Di encamnameyê de tişt hatin parvekirin: “Em piştgiriyê didin bangawaziyên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd. Li ser navê Jina Emînî em bi qîrîna Jin-Jiyan-Azadî tev li hemû jinên têkoşerên azadiyê û di serî de jinên Êzidî yên Şengalê dibin.”

Back to top button