ManşêtNûçe

Rêya çareseriya adil û aştiyane ji bo gelê Kurdistanê bi azadiya Abdullah Ocalan e

Hunermend û nivîskarê Elman Konstantîn Wecker diyar kir, ku rêya çareseriya adil û aştiyane ji bo gelê Kurdistanê bi azadiya Abdullah Ocalan û rakirina qedexeya li ser PKK’ê ji aliyê Elmanyayê ve dibe.

Stranbêj, bestekar, nivîskar û lîstikvanê Elman Konstantin Alexander Wecker di peyameke vîdyoyî de siyaseta derve ya Ewropayê bi taybetî ya Elmanyayê bi gotinên tund rexne kir.

Peyama Wecker wiha ye:

“Kurd û dostên hêja, rêya çareseriyeke adil û aştiyane ya gelê Kurdistanê bi azadiya Abdullah Ocalan û rakirina qedexeya li ser PKK’ê ji aliyê Elmanyayê ve dibe.

Min ev yek ligel nivîskar û xwediyê Xelata Nobelê Elfriede Jelinek, roja 1’ê Îlona 2023’yan Roja Têkoşîna li Dijî Şer a Navneteweyî, bi armanca piştevaniya Festîvala Çandê ya Kurdan nivîsand.

Em ê ti carî dest ji xeyalkirina cîhaneke bê serdestî, bê şer, bê faşîzm, bê nîjadperestî û baviksalarî, bê îstîsmara hilweşîner a gel û xwezayê bernedin.

Baronên şer û siyasetmedarên vê dinyayê ne dikarin xeyalên me qedexe bikin û ne jî bi domdarî hewildanên me yên pêkanîna wan xeyalan têk bibin.

Ne li Enqereyê, ne li Tehranê, ne li Moskowayê, ne li Washingtonê, ne li Pekînê û ne jî li Berlînê dikarin vê bikin.

Wek mirovên rewşenbîr û bîrmend, berpirsiyariya me ye ku em bifikirin ka tiştek çêtir çawa biafirînin.

Û eger mirov hebin ku bi rastî hewl didin ku tiştek çêtir biafirînin, erkê me ye ku em piştgiriya wan bikin ku bigihêjin armanca xwe.

Davîd Graeber ê antropolog, anarşîst û antî-faşîst vê pênaseyê ji bo şoreşa rasteqîn a Rojava dike û ramanên min vedibêje.

Lê ya ku nayê tehemûlkirin ew e ku hikûmeta Elman, şîrketên Elman û pîşesaziya çekan a Elman heta roja îro piştgiriya rejîma sûcdar û nîjadperest Erdogan dikin.

Bi vê yekê re siyasetmedarên desthilatdar dibin hevparê şerê êrîşkariyê ku hiqûqa navneteweyî binpê dike, ji ber ku artêşa Tirk a hevkarê NATO’yê ye, bi çekên Elmanî û tankên Elman sûcên şer dike.

Polîtîkaya Elmanya ya derve ku weke femînîst tê pênasekirin, derew û durû ye.

Şerê dagirkeriyê yê dewleta Tirk û rejîma Erdogan li dijî gelên li Rojava, Bakurê Sûriyeyê, Başûrê Kurdistanê û Bakurê Iraqê li dijî hiqûqa navneteweyî ye û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Divê demildest bê rawestandin.

Lê belê hikûmeta Elman bêdengiya xwe diparêze û lihevkirina xwe ya qirêj a bi hevkarê NATO’yê Tirkiyeyê re li hember penaberan didomîne. Ev lihevkirin ji bo gelek kesan xeteriya mirinê tîne.

Ji ber ku li Derya Spî, li ser sînorên derve yên Ewropayê û li êşkencexaneyên hevalbendan mirov dimirin.

Rojava û Kurdistan me hemûyan eleqedar dike. Pêdiviya gelê Rojava bi hevgirtina me ya navneteweyî heye. Û pêdiviya me jî bi utopyaya Rojava heye.

Li herêmeke ku şer û tundiya ji ber otokratên baviksalar lê diqewime, ev tecrûbeya civakî bi esasî pêşniyarê li ser civakeke wekhev, pir olî û pir neteweyî dike.

Bi salan e projeya xwerêveberiyê ya li Rojava ji bo gelek gelên herêmê li dijî kîn, hilweşînê û nîjadperestiyê bûye hêviya aştî û jiyana hevbeş.

Ji ber vê yekê pêwîste gelek kes li cîhanê piştgirî bidin Rojava û li dijî şer dakevin qadan.

LI DIJÎ ŞER PÊWÎSTIYA ME BI ÇALAKIYÊN NAVNETEWEYÎ YÊN BÊÎTAETIYA SIVÎL HEYE

Ji bo sekinandina hemû sewqiyatên çekan pêwîstiya me bi çalakiyên navneteweyî ya bêîtaetiya sivîl heye.

Peymana kujer a penaberan a Yekîtiya Ewropayê-Tirkiye ya ji bo kesên ku ji şer, birçîbûn û wêraniyê reviyane, divê êdî were rawestandin. Ev têkîldarê mirov û mafên wan e.

Divê êdî şer bên rawestandin. Hêvîdarim strana min a bi navê ‘Xwelî li serê Ewropayê be’ ku me jî bi kurdî hilberandiye, wê di vê rêyê de cesaretê bide we.

Back to top button