Hêzên dewleta Îranê vê sibehê Muhamed Mehdî Karamî û Seyîd Muhemed Huseyînî bi hinceta ku tevlî xwepêşandanên li Îran û Rojhilat bûne, bi dar ve kirin.
Ji dema destpêkirina serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve û heta niha 4 kes hatine bidarvekirin.
Beriya niha jî Muhsîn Şikarî, Mecîd Riza Rehnewerd hatin bidarvekirin.
Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome. Di vê serhildanê de heta niha zêdetirî 500 kes hatine kuştin û nêzî 20 hezar kes jî hatine girtin.