ManşêtNûçe

Kongra Star têkildarî salvegera 10`emîn a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand

Koordînasyona Kongra Star têkildarî salvegera 10`emîn a Komkujiya Parîsê a 9`ê Çileya 2013`an, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de şehîd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Doğan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 10`emîn salvegera şehadeta wan de, şehîdên Sîlopiyê Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ku pêşengtiya berxwedana rêveberiya xweser li Botanê kirin û şehîdên komkujiya duyem a Parîsê Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bi minetdarî hatin bibîranîn. Dewleta Tirk a qirker û hêzên komploger bi hêrs û nefret hatin şermezarkirin û soza tolhildana şehîdan hat dubarekirin.

Hat diyarkirin, “Tevî ku di ser komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an de 10 sal derbas bûne jî, lê edalet nehatiye pêkanîn ji ber ku qetlîam ji aliyê dewleta Fransa ve nehatiye ronîkirin. Şûna ku hêzên li pişta vê komkujiya hov werin tespît û cezakirin bi navê sirriyeta dewletê û berjewendiyên navdewletî ser heqîqatê ev 10 sal e tê girtin.”

Kongra Star, helwesta dewleta Fransayê û saziyên wî şermezar kir û destnîşan kir ku heta ku berpirsiyariya dewleta Tirk fermî neyê teiyîtkirin, ew ê dewleta Fransa ji vê komkujiyê berpirsiyar bibînin.

Wiha hat berdewam kirin: “Ji ber ku komkujiya 9’ê Çileyê nehatiye ronîkirin, di 23’ê Kanûna 2022’an de komkujiya duyemîn a Parîsê hat kirin. Ev jî berpirsiyariya Fransa carek din radixe pêş çavan. Di her du komkujiyên Parîsê de kî pêl tetikê kiribe jî kujer dewleta Tirk e, MÎT e. Lazim e Fransa jî sûcdarên esasî derbixîne holê, darizîne û ceza bike. An wê weke cihekî ku lê îstîxbaratên faşîst cirîdê dilêyzin bê zanîn. Ev jî rûreşiyeke mezin e.

Bi komkujiya Parîsê ya ku pêşengê me yê mezin, endamê damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û dîroka zindî ya tevgera azadiya jinan a Kurdistanê, Rêheval Sara, hedef girtiye, dewleta Tirk a faşîst pêvajoyeke nû li hemberî tevgera jin daye destpêkirin. Komkujiya Parîsê di pêvajoyeke ku bi pêşengtiya jinê li Rojavayê Kurdistanê şoreşeke nû hilbirî pêk hat. Ji bo tasfiyekirina şoreşa jinê biryara kuştina pêşengên jinê girtin. Di çarçoveya vê konseptê di hundirê 10 salan de him li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê him jî di parçeyên din û li derveyê welêt bi dehan jinên pêşeng û şoreşger ji aliyê dewleta Tirk hatin qetilkirin.

Bi vê wesîle em rêhevalên xwe yên nemir Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, Emîne Weysî, Hind Latîf, Seda Faysal, Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan, Rojîn Ehmed Îsa, Jiyan Tolhilan, Roj Xabûr, Barîn Botan, Raniya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Ezedîn, Diyana Elo, Zeyneb Sarûxan û  Nagîhan Akarsel bi dilsozî bi bîr tînin. Bersiva me ji bo bîranîna şehîdên xwe bilindkirina têkoşînê heya serkeftinê ye.

Wek tevgera azadiya jin Kongra Star em şehîdxistina pêşengên xwe tu car qebûl nakin, efû nakin, ji bîr nakin. Hesabê wan sûcên navnetewî teqez bê pirsîn. Em ê tola xwe bi mîsogerkirin û bilindkirina şoreşa jinê bigrin.”

Back to top button