ManşêtNûçe

Daxuyaniya hevpar a 33 baroyan: Bila qedexe û sînor rabibin

Bertekên têkildarê êrîşên qirkirina siyasî ku navend Amed bû, berdewam in. 33 baroyan bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanê destgîrkirinan da û got: “Em pêvajoya têkildarê hevpîşeyên xwe dişopînin.“

BIRYARA QEDEXEKIRINA DÎTINÊ Û SÎNORDARKIRIN

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bêyî Nûnerê/a baroyê û dozgerê komarê amade bin lêgerîn di malên parêzeran de hatiye kirin. Li gor xala 58’emîn a Zagona Parêzeriyê ya 1136’an, gava lêgerînê divê ew amade bin û wiha hat gotin: “Têkildarê hevpîşeyên me ku hatine destgîrkirin, biryara qedexekirina dîtîna parêzeran bi 24 saetan hatiye dayîn û di der barê dosyeya lêpirsînê de sînor hatiye danîn. Parêzer karê darazê dikin û ger gazî wan bê kirin, her dem dikarin serî li serdozgeriyan bidin. Bêyî bicihanîna rêbaza gazîkirinê, beriya hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê ku nêz in, destgîrkirina hevpîşeyên me bi awayekê berhevkî, nabe ku mirov qebûl bike.“

BANG JI BO DARIZANDINA ADILANE 

Di daxuyaniyê de her wiha bang hat kirin ku di çarçoveya mafê darizandina adilane de hemû maf ji bo destgîrkiriyan bên dayîn û wiha hat gotin: “Di vê çarçoveyê de em bang dikin ku qedexeya dîtina parêzeran û sînordarkirina li ser dosyeyê rabibin; em ê pêvajoya darizandinê ya têkildarê hevpîşeyên xwe ji nêz ve bişopînin.“

Baroyên daxuyanî da, ev in: “Baroya Edeneyê, Baroya Semsûrê, Baroya Agiriyê, Baroya Enqereyê, Baroya Ardahanê, Baroya Artvînê, Baroya Aydinê, Baroya Balikesîrê, Baroya Êlihê, Baroya Çewligê, Baroya Bedlîsê, Baroya Bolûyê, Baroya Bûrdûrê, Baroya Mêrdînê, Baroya Bûrsayê, Baroya Kastamonûyê, Baroya Mûşê, Baroya Amedê, Baroya Sêrtê, Baroya Eskîşehîrê, Baroya Sînopê, Baroya Rihayê, Baroya Colemêrgê, Baroya Hatayê, Baroya Îdirê, Baroya Ispartayê, Baroya Tekîrdagê, Baroya Dersimê, Baroya Wanê, Baroya Îzmîrê, Baroya Qersê, Baroya Yalovayê, Baroya Şirnexê.“

‘DESTTÊWERDANA KÊFÎ’

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê jî bi daxuyaniyekê bertek nîşanê operasyonên qirkirinê yên siyasî û destgîrkirinê da. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: ‘“Li Tirkiyeyê, bi awayekê kêfî dest di mafên bingehîn û azadiyê tê werdan. Parêzer, mafparêz, rojnamevan û hunermend, bi destên darazê tên armanckirin, gefa cezakirinê li wan tê xwarin. Destdirêjiya darazê ya li dijî hemû pêkhateyên mixelef ên civakê; li dijî parêzer, mafparêz, hunermend û kedkarên çapemeniyê jî berdewam e.“

FIKARA TÊKILDARÊ HILBIJARTINAN

Dewama daxuyaniyê wiha ye: “Ji berê ve fikar dihatin kirin ku wê li Tirkiyeyê li gor rêgeza hilbijartinê ya demokratîk, adilane û durist hilbijartin bên kirin an na. Em dizanin ku bi gefa darazê dixwazin rêxistinên civakî yên sivîl û mafparêzan biçewisînin. Divê dawî li vê pêkanîna nehiqûqî ku mafê azadî û ewlehiyê yê mirov binpê dibe, bê anîn û parêzer, hunermend, rojnamevan û mafparêz demildest bên berdan.“

ANF

Back to top button