ManşêtNûçe

Komeleya Rojnamevên Kurdistanê ya Swîsreyê binçavkirinan şermezar kir

Komeleya Rojnamevanên Kurdistanê ya Swîsreyê têkildarî binçavkirinan daxuyanî da tê de daxwaz kir ku rojnamevan, hunermend, hiqûqnas, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û nivîskar bên berdan

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin duh operasyona ku navenda wê Amed bû û li 21 bajaran hat lidarxistin, rojnamevan, hiqûqnas, siyasetmedar, hunermend û nûnerên rêxistinên sivîl di nav de herî kêm 126 kes hatin binçavkirin. Nerazîbûna li dijî binçavkirinan didome.

Komeleya Rojnamevanên Kurdistanê ya Swîsreyê têkildarî binçavkirinan daxuyanî da. Komeleyê xwest ku li Tirkiyeyê zilma li ser rojnamevanan bi dawî bibe, rojnamevanên girtî demildest bên berdan, mevzuata têkoşîna bi terorê re di meriyete de bê rakirin û divê xebatên rojnamevanan were mîsogerkirin.

Komeleyê da zanîn ku mafê azadiya ramanê û derbirînê di bin êrişan de ye û rojnamevan, hunermend, hiqûqzan, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, nivîskar ên ku îktidarê rexne dikin bi cezakirin û zilmê re rûbirû ne.

Komeleyê diyar kir ku binçavkirina rojnamevanan, hunermend, hiqûqnasan, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, nivîskar  heqaraeta li demokrasiyê ye û xwest her kes li dijî vê neheqiyê helwesta xwe nîşan bide û banga berdana rojnamevanên binçavkirî û girtî kir.

Back to top button