ÇalakîManşêtNûçe

Kantona Efrîn- (PYD) civîn ji bo pêkhatiyên ereb li darxistin

Kantona Efrîn – ŞEHBA

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya bîst û şeşemîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) civîn ji bo pêkhatiyên ereb li bajarokên Kefr Naya û Kefr Nasêh ,Ehres , hirbil , im hoş lidar xist.

civîn ji aliyê endamên meclisa  partiyê ,rêveberê di meclisa Demokratîk a Gelan û endamên kongra star de hate birêvebirin.

Rêze civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna giyanê şehîdan dest pê kir û piştre jiyana Rêbertî, dîroka têkoşîna wî , sedemên hevpar ên welatên ku beşdarî vê komployê bûne û aliyên wê yên ji rêzê ve hatin nirxandin. Li ser nêrîna siyasî, civakî û navneteweyî, pêwîstiya hemû pêkhateyan ji bo belavkirina fikir û felsefeya Rêbertî û xebata li ser esasê wê ji bo bidestxistina azadiya hemû gelên bindest, hate tekezkirin.

Û girîngiya bilinkirina Asta têkoşînê Ji Bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber APO.

Piştî li darxistina civînan sînevîzyona li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertî  ji amadekaran re hat pêşkêş kirin.

Back to top button