DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Bi navê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat komkujiya ku li nexweşxaneya Memedanî li Gazzeyê pêk hat şermezar dikin, her wiha sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan û şîfaya acil ji brîndaran re dixwazin, em bang li civaka navdewletî dikin ji bo muhasebekirina yên ku ev komkujî pêk anîn der heqê sivîlan.

Ji nêzîka sedsalekê ji bo çareserkirina dozên herêmê îşkence tê bi kar anîn, tevî ku hemû alî qurbanî û windahiyên madî û menweî pêşkêş kirin, lê belê dersên guncaw nayên derxistin, û di heman çerxê tê berdewam dikin.

Em weke Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, tekez dikin ku zihniyeta netewperestî û olî tenê karîsetan ji gelên herêmê re tîne. Bi şer çareserî nabe lê belê pirsgirêkê kurtir dike. Ji ber vê yekê em hewcdariyên têgeheke aştiyane û demokratîk ne ji bo çareserkirina hemû dozan tê de jî doza Fîlestîn.

Eger şer ji kontrolê derkeve dê encamên wêranker li ser sivîlên her du aliyan hebe û ev yek dê kîn û nefretê hîn kûrtir bike, ji ber vê yekê em bang li civaka navdewletî dikin ku vî şerê hovane bisekinîne ku her roj bi hezaran sivîl dibin qurbanî, û divê zext li hemû aliyan bê kirin ji bo agirbestê pêk bînin û dest bi diyalogê bikin ji bo pevguhertina dîlgirtiyan û gotûbêjkirina rewşa mirovî ya li Gazzeyê.

Meclisa Giştî ya Partiya yekîtiya Demokrat PYD

2023-10-18

Back to top button