ManşêtNûçe

KONGRA-GEL ji bo pêngava azadiyê daxuyanî da

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL têkildarî Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku 10’ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê hat ragihandin, daxuyaniyek nivîskî weşand.

daxuyaniyê wiha ye:

‘’Derketina xwedî li Rêber Apo li seranserê cîhanê, ji ber wê hêviyê ye ku Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya azadiyê di asta cîhanî de daye. Ji ber krîzên kapîtalîzmê yên bi armanca kara zêde û şerên ji bo derketina ji van krîzan bi awayekê plankirî tên kirin û di encamê de karesatên mezin çê dibin, cîhana me rû bi rûyê ketineke madî û manewî ya ji ber karesatên civakî û jîngehî ye.

Li dijî pergala mêtingerî û xerakirinê ya hov a modernîteya kapîtalîst ava kiriye, Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya demokratîk ji bo hemû mirovahiyê bûye hêvî.

Rêber Apo, di serî de jin, ji bo gelên bindest û ciwanan, ji bo hemû nasnameyên civakî ku nayên hesabkirin û li pey jiyaneke bi azadî, wekhevî û demokratîk in, bûye hêvî.

Gava geşkirina hêviyê ye. Hêvî Rêber Apo ye. Paradîgmaya azadiyê ya bi civakî exlaqî û polîtîk e. Em paradîgmayê di warê civakî de li gor hîmên neteweya demokratîk ava bikin. Hêza civaka demokratîk di her warê jiyanê de geş bikin û Rêber Apo azad bikin.

Pêngava ‘’Azadî ji bo Abdullah Ocalan, çareserî ji bo pirsgirêka Kurd’ li her cihê em lê ne divê bi avakirina civakî geş bikin. Lewra avakirina civaka demokratîk-ekolojîk a bi azadîxwaziya jinan, li dijî hêzên komploya navneteweyî li Rêber Apo kir, yên naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe û Kurd her qir bibin, wê bibe bersiva herî xurt.

Salvegera 25’emîn komploya 9’ê Cotmehê ya navneteweyî, dayîna bersiva hêzên komplokir ên navneteweyî bi pêngaveke bi asta cîhanî wê gelek watedar û hêja be. Em hemû heval û hogirên xwe ku di nava pêngavê de ne, ji dil û can pîroz dikin.

Ji ber vê pêngavê em Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL, bang li gelê xwe dikin; ji bo tacîdarkirina pêngava ‘’Azadî ji bo Ocalan, aştî ji bo pirsgirêka Kurd’’ ku heval û hogirên Rêber Apo dest pê kiriye, em avakirina pergala konfederalîzma demokratîk a bi hîmên neteweya demokratîk, bi ruhê seferberiyê bi rê ve bibin. Me bawer kir û em hatin heta bi vê derê. Bi evîn û kelecana hatina ba hev bi Rêber Apo re bi fîzîkî, bi baweriya ku em ê bi ser bikevin, em bang ji bo seferberiya avakirina civakî dikin. Serkeftin ya gelê me û heval û hogirên me ye.’’

Back to top button