CiwanManşêtPYD

Ciwanên PYD çalakiyek bi dirûşmeya “Hun Nikarin Roja Me tarî Bikin” li darxistin

Ciwanên partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Duh, Çarşemê bi çalakiyekê ve rabû çalakî di bi dirûşmeya “Hûn nikarin Roja Me Tarî bikin” li dar xist.

Çalakî li Parka Hevrîn Xelef hat li darxistin,û bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîn û rêzgirtina ji bo giyanê pakrewanan hate girtin. piştre beşa yekemîn a pirtûka “Hun Nikarin Roja Me tarî Bikin” ya ramanwer Abdullah Ocalan hate xwendin û ev pêngav tê, ji bo di qonaxa pêş de rola ciwanên pêşeng aktîv bike û wan perwerde bike li ser fikir û nêzîkatiya Rêber Apo û ji bo xurtkirina rêgeza neteweya demokratîk li ser nêzîkatiya pêşengtiya ciwanan.

Çalakiyî bi sloganên“Bê Serok jiyan nabe“ û vêxistina mûman bi dawî bû.

Back to top button